Raporek li ser girtin û nexuyabûna çarenivîsa pênc welatiyên Kurd û xelkê parêzgehên Xurasana Rezewî û Xurasana Bakur
Hengaw; Sêşemî 24ê Şibata 2026an
Herî kêm pênc welatiyên Kurd û xelkê parêzgehên Xurasana Rezewî û Xurasana Bakur bi navên Esxer Recebî, Mehdî Ceiferî, Riza Xoşbunyad, Ferşad Beratî û Husên Mêhrengîz ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarên Gurgan, Meşhed, Dergez, Kerec û Îsferaynê hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja 25ê Çileya 2026an), Ferşad Beratî, welatiyê xelkê bajarê Dergezê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî û nîştecihê Gurganê, xîzandar û bavê du zarokan, li encama êrîşa hêzên hikûmetî bo ser mala wî hate girtin û piştî bi dawîhatina proseya lêpirsînê, bo odeya girtiyên siyasî ya girtîgeha Gurganê hate veguhestin.
Herwiha Mehdî Ceiferî, welatiyê xelkê bajarê Dergezê û nîştecihê Meşhedê, roja Duşemî 19ê Çileya 2026an, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.
Riza Xoşbunyad, xelkê Dergezê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, îtîrafên bi zorê ji wî welatiyê hatine girtin û bi “şewitandina çend dikan û mizgeftan” hatiye tohmetbarkirin.
Hêjayî gotinê ye ku, tenê dapîreke wî ya bi temen heye ku di mala pîran de ye û ti kesek wî nîne ku li pey dosyeya wî bikeve.
Ji aliyekî dinê ve, Husên Mêhrengîz, welatiyê xelkê Îsferaynê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, roja Înê 9ê Çileya 2026an hate girtin.
Vîdyoya îtîrafên bi zorê yên vî welatiyê di kanalên hikûmetî de li ser torên civakî yên Instagram û Rubikayê hatine belavkirin û ev yeka bûye sedema nîgeraniya zêdetir a malbata wî. Navbirî heta niha ji mafê depêregihîştina bi parêzer, hevdîtin û pêwendiya bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Herwiha Esxer Recebî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Bucnordê, navenda parêzgeha Xurasana Bakur, roja Şemî 10ê Çileya 2026an li cihê niştêcihbûna xwe li bajarê Kerecê hate girtin û niha di girtîgeha Qizilhesara Kerecê de tê ragirtin.
Heta dema belavbûna vê raportê, ti zanyariyek hûr li ser tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van welatiyên Kurd li ber dest nîne.