Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa sê welatiyên Kurd li bajarên Bucnord û Qûçanê

25 February 2026 15:39

Hengaw; Sêşemî 25ê Şibata 2026an

Sê welatiyên Kurd bi navên Bêhzad Azêrexş, Bêhrûz Eyzanlû û Mehdî Behadorî, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarên Qûçan û Bucnordê hatine girtin û ti zanyariyek li ser çarenivîsa wan nîne.

Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 11ê Çileyê 2026, Bêhzad Azêrexş ê 21 salî û xelkê Bucnordê, bêyî nîşandana ti belgeyeke dadwerî ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatiye girtin û piştî bi dawîbûna proseya lêpirsînê bo girtîgeha Bucnordê hatiye veguhestin.

Ew welatî heta niha ji mafê destpêregihîştin bi parêzer, hevdîtin û pêwendiya bi malbata xwe re bêpar maye.

Herwiha Mêhdî Behadorî, welatiyê Kurd û xelkê Qûçanê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî, roja Înê 9ê Çileyê 2026an, bi bikaranîna tundûtîjiyê hatiye girtin.

Ev welatiye piştî lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehî ya Qûçanê bo girtîgeha vî bajarî hatiye veguhestin.

Bêhrûz Eyzanlû, werzişvanê 39 salî û xelkê Bucnordê û bavê du zarokan, êvareya Yekşemî 4ê Çileyê 2026an, li encama êrîşa hêzên hikûmetî bo ser mala wî bi awayekî tundûtîjî, lêdan û bikaranîna şokerê hate girtin û piştî bi dawîbûna proseya lêpirsînê ji girtîgeha ewlehiyê bo girtîgehê hate veguhestin.

Ev welatiye heta niha bêyî diyarkirina barimteyê di girtîgehê de tê ragirtin û ji mafê azadiya demkî hatiye bêparkirin.

Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek hûr li ser çarenivîs û tohmetên ku li dijî van welatiyane hatinî sepandin, li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin