Sine; Ayda Emûyî, çalakvana mafê jinan hate girtin
Hengaw; Yekşemî 19ê Çileya 2025an
Ayda Emûyî ya çalakvana mafê jinan li bajarê Sinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û çarenivîsa wê nexuya ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 17ê Çileya 2025an, Ayda Emûyî ya temen 40 salî û çalakvana mafê jinan û xelka bajarê Sinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Emûyî, hêzên îdareya Îtilaatê Ayda Emûyî li salona werzişê ya wê (salona tekwando) bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî binçav kirine.
Hengaw hatiye agehdarkirin, Ayda Emûyî ku xîzandar û dayîka du zarokan e, di heyama çend mehên derbasbûyî de jî berdewam ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi rêya pêwendiya telefonê ve rastî gefxwarinê hatibû.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina Ayda Emûyî li ber dest nîne.