Bokan; Girtina Befrîn Mehmûdî ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Înê 31ê Çileya 2025an
Welatiyeke Kurd a xelka bajarê Bokanê ya bi navê Befrîn Mehmûdî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 30ê Çileya 2025an, Befrîn Mehmûdî, welatiya xelka bajarê Bokanê li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wê û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vê welatiya Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vê welatiya Kurd li ber dest nîne.