Mehabad; Sirûş Nûrbexş ji xwendkarê zanîngeha Huner a Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin
Hengaw; Duşemî 3ê Şibata 2025an
Sirûş Nûrbexş, xwendkar û mûzîsiyenê xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Navbirî ji xwendkarê zanîngeha Huner a bajarê Tehranê ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 1ê Çileya 2025an, Sirûş Nûrbexş ê temen 25 salî û xelkê bajarê Mehabadê piştî gazîkirin bo Îtilaata Spaha Pasdaran li vî bajarî hatiye girtin.
Sirûş Nûrbexş, xwendekarê warê jenyariya kilasîkî ya cîhanî (gîtara kilasîk) di zanîngeha Huner a bajarê Tehranê de ye.
Lipeyketinên malbata Sirûş Nûrbexş di heyama du rojên derbasbûyî de, derheq agehdarbûn ji rewşa navbirî bê encam mane.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê hatinî sepandin ber dest nîne.