Kamêran; Sê welatî ji wan du xwendekarên 17 salî hatine girtin

12 September 2025 23:20

Hengaw; Înê 12ê Îlona 2025an

Hisam Sebûrî, welatiyê Kurd û du xwendekarên bi navê Îhsan Sebûrî û Kawan Sebûrî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Kamêranê hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 12ê Îlona 2025an, Hisam Sebûrî yê 28 salî, Îhsan Sebûrî û Kawan Sebûrî, her du jî temen 17 salî û xelkê gundê Gazirxanî yê ser bi Kamêranê, di malên xwe de hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev her sê welatiyên Kurd bi awayekî tirsandin û êrîşkirinê û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine girtin ku di dawiyê de Hisam Sebûrî piştî çend demjimêr lêpirsînkirinê hatiye berdan, û Îhsan û Kawan Sebûrî bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyaryek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van her du zarokan hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin