Mubîn Talibanî, xwendekarê xelkê Merîwanê û Keywan Seîdî, welatiyê xelkê Şinoyê hatine girtin

Hengaw; Pêncşemî 9ê Cotmeha 2025an
Mubîn Talibanî, xwendekarê xelkê bajarê Merîwanê û Keywan Seîdî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihhên nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 8ê Cotmeha 2025, Mubîn Talibanî yê xwendekarê temen 20 salî û xelkê Merîwanê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mubîn Talibanî dema ku ber bi zanîngeha xwe ve diçû di tirobmêla xwe de li ser rêya Merîwanê hate rawestandin û ji aliyê sê kes ji hêzên ewlehi ve hate girtin.
Ji aliyekî dinê ve, roja Sêşemî 7ê Cotmeha 2025an, Keywan Seîdî yê temen 24 salî û xelkê gundê "Sîngan" ê girêdayî bajarê Şinoyê, di encama êrîşa hêzên ewlehî de li mala xwe hate girtin.
Heta dema belavbûna vê raporê ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van welatiyên Kurd li ber dest nîne.