Girtina Emad Deroftade, xwendekarê xelkê Pîranşarê piştî ku bavê wî ji aliyê îdareya Îtilaatê ve bi dîl hate girtin

08 September 2025 17:24

Hengaw; Duşemî 8ê Îlona 2025an

Emad Deroftade, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê û xwendekarê endezyariya avahiyê li zanîngeha Urmiyê, piştî ku bavê wî ji aliyê îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi dîl hate girtin, bi armanca bi dawîanîna zext û gefên dubare yên li dijî malbata xwe, xwe radestî vê saziya ewlehî li Pîranşarê kir û hate girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 8ê Îlona 2025an, Emad Deroftade yê temen 19 salî û xelkê gundê Zêwke yê ser bi bajarê Pîranşarê û xwendekarê endezyariya avahîsazî li zanîngeha Urmiyê, piştî ku serdana îdareya Îtilaata Pîranşarê kir, hate girtin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî 7ê Îlona 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê ji bo binçavkirina Emad Deroftade, kurê Rehman Deroftade, li gundê Zêwke êrîşî ser mala wî kirin û ji ber ku Emad li mal nebûye bavê wî binçav kirin û bo îdareya Îtilaatê hate veguhastin.

Rehman Deroftade yê temen 70ê piştî 7 demjimêran lêpirsînê, bi awayekî mercdar ku kurê xwe radestî îdareya Îtilaatê bike, hate berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, ev malbat xizmên Komar Deroftade ye - nûciwanê 16 salî ku di meşa tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî hate kuştin- û piştî kuştina hikûmetî ya Komar Deroftade, malbat û xizmên wî ji aliyê saziyên ewlehî ve bi berdewamî hatine gazîkirin, girtin û gelek caran gef li wan hatiye xwarin.

Heta dema belavbûna vê raporê, ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa Emad Deroftade ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin