Bilwanava; Sîna Mihemedî yê xwendekarê zanîngeha Kurdistanê hate girtin

18 September 2024 12:22

Hengaw; Çarşemî 18ê Îlona 2024an

Sîna Mihemedî, welatiyê Kurd ê xelkê navçeya Bilwanava yê ser bi bajarê Dêwulanê û xwendekarê zanîngeha Kurdistanê bi awayekî tuntûtîjî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 4ê sibêdeha roja Çarşemî 18ê Îlona 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser mala malbatî ya Sîna Mihemedî li bajarê Bilwanavayê û bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê navbirî binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, Sîna Mihemdî yê temen 24 salî, xwendekarê beşa civaknasiya zanîndega Kurdistanê li bajarê Sinê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera Sîna Mihemedî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin