Girtina dubare ya Pûriya Nesîrî li Mehabadê, hejmara girtiyan bo sê hevwelatiyan hate zêdebûn

Hengaw; Şemî 21ê Hezîrana 2025an
Bi binçavkirina Pûriya Nesîrî, xwendekarê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê, hejamra girtiyan li vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bo sê kesan hate zêdekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 19ê Hezîrana 2025an, Pûriya Nesîrî, xwendekarê masterî yê warê maf li zanîngeha Azada Îslamî li Mehabadê hate girtin.
Pûriya Nesîrî li yek ji şeqamên bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên kincşexsî ve hatiye girtin.
Hengawê berê nûçeya girtina du kes ji xelkê Mehabadê yên bi navên Sirûş Yûsifzad û Mêhran Xedîrpûrî li roja Pêncşemî belav kiribû.
Hêzên ewlehî dest danîbûne ser hin kelûpelên Sirûş Yûsifzade û herwiha telefona bav wî jî.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.