Eşkerebûna nasnameya pênc kes ji binçavkiriyên xwenîşandana Dêhdeştê

12 February 2025 12:23

Hengaw; Çarşemî 12ê Şibata 2025an

Li berdewamiya sêyemîn şev ji xwenîşandana xelkê bajarê Dêhdeştê yê ser bi parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmedê, herî kêm pênc hevwelatiyên nerazî ji wan jinek ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin. Atife Tahirniya ku di tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin, yek ji van girtiyane ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Sêşemî 11ê Şibata 2025an, pênc hevwelatiyên Lor û xelkê Dêhdeştê yên bi navên Atife Tahirniya, Emîrhusên Ceiferî, Kamran Bûzerî, Cabir Feroxî û Pûya Biratî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Herwisa pêka hin raporan, di vê navberê de hevwelatiyeke din a jin digel sê zilamên dinê hatine girtin ku nasnameya wan li ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev hevwelatiyane li meydana navendî ya bajarê Dêhdeştê yê ser bi parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmedê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin.

Atife Tahirniya, Emîrhusên Ceiferî, Kamran Bûzerî, Cabir Feroxî û Pûya Biratî piştî girtinê bo cihekî nediyar hatine veguhastin û heta niha zanyariyek serast derbarê çarenivîs û cihê ragirtina wan ber dest nîne.

Di meşa vê xwenîşandanê de dirûşmên wek “îsal sala xwînê ye, Seyîd Elî divê biherife, mirin bo Komara Îslamî û mirin bo dîktator” hatine danê.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin