Girtina 125 hevwelatî di meha Şibata 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

03 March 2025 22:45

Hengaw; Duşemî 3ê Adara 2025an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Şibata 2025an de, herî kêm 125 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare pêka meha Şibata sala borî 14 halet, beranberî 12.5 ji sedî zêde kiriye. Di meha Şibata 2024an de herî kêm 111 hevwelatî hatibûne girtin.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 10 çalakvanên jin, 4 zarok, 46 welatiyên Kurd, 27 hevwelatiyên Belûç, 15 hevwelatiyên Lor, 4 çalakvanên Behayî û 3 çalakvanên Xirîstiyan di heyama meha Şibata 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên girtiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 26 haletan hatiye tomarkirin.

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan

Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 26 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Urmiye 23 halet û parêzgeha Sine jî 19 haletên binçavkirina hevwelatiyan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 26 halet

Parêzgeha Urmiye: 23 halet (22 welatiyên Kurd û hevwelatiyek Tirk)

Parêzgeha Sine: 19 halet

Parêzgeha Tehranê : 18 halet (12 hevwelatiyên Fars, hevwelatiyek Qeşqayî, hevwelatiyek Titrk û 3 kes jî nasnameya wan nediyar e)

Parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmed: 15 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 4 halet

Parêzgehên Gîlan û Tewrêz: Her yek 3 hale

Parêzgehên Merkezî, Elborz û Xurasana Rezewî: Her yek 2 halet

Parêzgeha Kirman: 2 halet (2 hevwelatiyên Birîtanî)

Parêzgehên Îsfehan, Fars, Hemedan û Mazenderan: Her yek 2 halet

Parêzgehên Xûzistan: 1 halet (welatiyek Kurd)

Hormozgan: 1 halet (hevwelatiyek Belûç)

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin pêka kêmîneyên netewî û etnîkî

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Şibata 2025an de, aliyê kêm 46 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 37 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha Şibata 2025an de bûye.

Herwisa di meha borî de herî kêm 27 hevwelatiyên Belûç (%21.5), 15 hevwelatiyên Lor (%12) hatine girtin.

Welatiyên Kurd: 46 halet

Hevwelatiyên Belûç: 27 haleta

Hevwelatiyên Lor: 15 halet

Hevwelatiyên Tirk: 5 halet

Hevwelatiyên Gîlek û Mazenî: 4 halet

Hevwelatiyên Qeşqayî: 1 halet

Nexuya: 3 halet

Hevwelatiyên Fars: 22 halet

Hevwelatiyên Birîtanî: 2 halet

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Şibata 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 4 kes ji çalakvanên Behayî û 3 çalakvanên Xirîstiyan û 2 çalakvanên Sune mezheb hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.

Çalakvanên Behayî;

1- Îrfan Eşraqî ji Kerecê

2- Ferîba Mîsafî ji Kerecê

3- Nazîla Xanîpûr ji Reştê

4- Wesal Hêrewî ji Reştê

Çalakvanên XIrîstiyan:

1- Nasir Nûred Gultepe ji Perendê

2- Jozêf Şehbaziyan ji Tehranê

3- Sumeyê Texebî ji Babolê

Çalakvnên Sune mezheb;

1- Umran Selamî ji Serbazê

2- Ebdulbesîr Şahozehî ji Delikanê

Girtina 10 jin û 4 zarok di Şibata 2024an de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha Şibata 2025an de herî kêm 10 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %8 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye ku nasnameya wan wiha ye:

Tehran; 1- Seîde Muntezirî 2- Mîno Rozêdar 3- Gelare Ebasî 4- Hîwa Seyfîzade

Raşt; 5- Hemîde Zari`î 6- Nazîla Xanîpûr

Dêhdeşt; 7- Atife Tahirniya

Babol; 8- Someye Recebî

Kerec; 9- Ferîba Mîsaqî

Hevwelatiyê Birîtanî; 10. Lîndozêy Forêmen

Herwiha aliyê kêm 4 zarokên jêr temen 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku sê kes ji wan Belûç bûne û nasnameya wan wiha ye;

1- Xalid Kaşanî yê 17 salî û xelkê Zahidanê

2- Emîrhusên Ceiferî yê 17 salî û xelkê Dêhdeştê

3- Kamran Bûzerî yê 16 salî û xelkê Dêhdeştê

4- Ebulfezl Qasimzade yê 16 salî û xelkê Dêhdeştê

Girtina aliyê kêm 4 xwendekar û mamosteyek di Şibata 2025an de

Di heyama meha Şibata 2025an de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekaran berdewam bûye û aliyê kêm 4 xwendekar û mamosteyek dibistanê di meha Şibata 2025an de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

Mamosteyên hatinî girtin: 1- Ebulfezil Xoran ji Erakê

Xwendekarên hatinî binçavkirin: 1- Sirûş Nûrbexş ji Mehabadê 2- Mecîd Şîe Elî ji Meşhedê 3- Emîrhusên Gewherî ji zanîngeha Tehranê 4- Bexşan Elî Mihemedî ji zanîngeha Tehranê

Binçavkirina çalakvanên medyayî di meha Şibatê de

Di heyama meha Çileya 2025an de herî kêm du rojnamevan yên bi navên Mehdî Nesîrî ji Meşhedê, Mehdî Mehmûdiyan ji Tehranê û wênegirek yê bi navê Salar Said Mûçeşî ji Sine ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di Şibata 2025an de, aliyê kêm sê hunermend yên bi navên Xusrew Azerbeyg yê xelkê Azerşehrê, Areş Seyadî yê xelkê Şîrazê û Hîwa Seyfîzade yê xelkê Tehranê hatine girtin.

Nasnameya tevahiya van 125 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin