Girtina 114 hevwelatî di meha Mijdara 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

04 December 2025 19:44

Hengaw; Pêncşemî 4ê Kanûna 2025an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Mijdara 2025an de, herî kêm 114 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare pêka heman mehê ya sala borî 1 halet kêm kiriye. Di Mijdara sala 2024an de herî kêm 115 hevwelatî hatibûne girtin.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 22 çalakvanên jin, 2 zarok, 51 welatiyên Kurd û 11 hevwelatiyên Behayî û 10 hevwelatiyên Belûç di heyama Mijdara 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên girtiyan li parêzgeha Sine bi 29 haletan hatiye tomarkirin.

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan

Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sine 29 halet, Tehran 22 halet, Urmiye 16 halet û Sîstan û Belûçistan bi 10 haletan hatiye tomarkirin .

Parêzgeha Sine: 29 halet

Parêzgeha Tehran: 22 halet (14 hevwelatiyên Fars, 4 hevwelatiyên Tirkê Azerî, 2 welatiyên Kurd, hevwelatiyek Qeşqayî û hevwelatiyek Gîlek)

Parêzgeha Urmiye: 16 halet (tev welatiyên hatinî girtin ji welatiyên Kurd bûne)

Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 10 halet

Parêzgeha Xûzistan: 8 halet ( 6 hevwelatiyên Ereb û welatiyek Lor û hevwelatiyek Fars)

Parêzgeha Elborz: 7 halet (6 hevwelatiyên Fars û nûbawerek Xirîstiyanî yê Efxanistanê)

Parêzgehên Kehgîlûye û Bûyerehmed û Xurasana Rezewî: Her yek 4 halet

Parêzgehên Mazenderan û Gulistan: Her yek 3 halet

Parêzgehên Kirmaşan, Fars û Îsfehan: Her yek 2 halet

Parêzgeha Xurasana Bakur: 1 halet (welatiyek Kurd)

Parêzgehên Gîlan: Her yek 1 halet

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin pêka kêmîneyên netewî û etnîkî

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama Mijdara 2025an de, aliyê kêm 51 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 45 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama Mijdara 2025an de bûye. Herwisa di meha borî de herî kêm 10 hevwelatiyên Belûç û 6 hevwelatiyên Ereb hatine girtin.

Welatiyên Kurd: 51 halet

Hevwelatiyên Fars: 30 halet

Hevwelatiyên Belûç: 10 halet

Hevwelatiyên Ereb: 6 halet

Hevwelatiyên Lor: 5 halet

Hevwelatiyên Gîlek: 4 halet

Hevwelatiyên Tirkê Azerî: 4 halet

Hevwelatiyên Qeşqayî: 1 halet

Hevwelatiyên Efxanî: 1 halet

Hevwelatiyên Amerîkayî: 1 halet

Nasnameya netewî ya hevwelatiyên nehatine eşkerekirin: 1 halet

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di Mijdara 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 16 kes ji çalakvanên mezhebî ji wan 11 Behayî, 3 çalakvanên Sune mezheb û 2 çalakvanên Xirîstiyan herwisa ji wan 8 jin hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.

Çalakvanên Behayî;

1- Leyla Edaletî ji Şîrazê 2- Mona Zekayî ji Kerecê 3- Nexme Mîrza Aqa ji Kerecê 4- Mehîn Seadetmend ji Kerecê 5- Mehşîd Sifîdî ji Kerecê 6- Semer Mesûdî ji Kerecê 7- Nasir Receb ji Kerecê 8- Armîn Ewezpûr ji Gunbedkavûsê 9- Emînulah Koşkbaxî ji Gunbedkavûsê 10- Periya Merendîz ji Tehranê 11- Azade Yeqînî ji Gurganê

Çalakvanên Xirîstiyan;

1- Murteza Feqanîpûrsasî ji Tehranê 2- Kuroş Husênî hevwelatiyê Efxanistanê û rûniştiyê Kerecê

Çalakvanên Sune mezheb;

1- Zana Husênî ji Ciwanroyê 2- Ebdulezîz Neamî ji Ehwazê 3- Rifet Seîdî ji Ciwanroyê

Girtina aliyê kêm 2 zarokek bin 18 saliyê di Mijdara 2025an de

Pêka amrên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Mijdara 2025an de herî kêm 2 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %1.7 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye.

Pêka vê raporê, her du zarokên hatinî girtin ji hevwelatiyên Belûç bûne ku nasnameya wan wiha ye:

1. Mehdî Zarozehî, 17 salî ji Zahidanê

2. Emîr Husnên Peyam, 16 salî ji Sîb û Soranê

Girtina 22 çalakvanên jin di heyama Mijdara 2025an de

Pêka vê raporê di heyama Mijdara 2025an de aliyê kêm 22 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku ji %19 ji gelempera girtiyan di vê mehê de pêk tînin.

Aliyê kêm 8 jinên Behayî û 2 jinên Kurd hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye:

Tehran: 1- Mehsa Esedulahnijad 2- Şîrîn Kerîmî 3- Haniye Şerîetî Rûdpoştî 4- Aferîn Mohacêr 5- Periya Merendîz 6- Sitare Pesiyanî 7- Seher Dewletşahî

Kerec: 8- Mona Zekayî 9- Nexme Mîrza Axa 10- Mehîn Seadetmend 11- Mehşîd Sifîdî 12- Semer Mesûdî

Şahîn Şar: 13- Meriyem Ebasî Nîkû 14- Bîta Şefî`î

Şîraz: 15- Leyla Edaletî 16- Mîlan Xaceyî

Ehwaz: 17- Meriyem Zobeydî

Kamêran: 18- Şeyda Ezîzî

Mane û Semelqan: 19- Esmer Hemîdî

Sebzewar: 20- Şikoh Sedîdî

Nûr: 21- Soheyla Bîkdêlû

Gurgan: 22- Azade Yeqînî

Girtina mamoste û xwendekaran di Mijdara 2025an de

Di vê mehê de ti haletek ji firtina mamosteyan nehatiye tomarkirin.

Xwendekarên hatinî girtin:

1- Mîlan Xaceyî ji Şîrazê

Binçavkirina çalakvanên medyayî di Mijdara 2025an de

Di heyama Mijdara 2025an de sê çalakvanên medyayî yên Ereb hatine girtina ku nasnameya wan wiha ye:

1- Hesen Silamet ji Ehwazê

2- Cewad Saîdî ji Ehwazê

3- Seyîd Sadiq Albûşoke ji Ehwazê

Binçavkirina heyama nivîskar û hunermendan

Di heyama Mijdara 2025an de, aliyê kêm 4 nivîskar 7 hunermend û ekter û 1 sitranbêj ji wan 5 jin ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Nivîskarên binçavkirî:

1. Perwîz Sêdaqet ji Tehranê

2. Şîrîn Kerîmî ji Tehranê

3. Mehsa Esedulanijad ji Tehranê

4. Keywan Muhtedî ji Tehranê

Hunermendên binçavkirî;

1- Ebas Peymanî ji Şehriyar

2- Esmer Hemîdî ji Mane û Semelqan

3- Elî Şadiman ji Îlam

4- Parsa Pîrûzfer ji Tehran

5- Mêhran Mîrî ji Tehran

6- Ehmed Sogilî ji Tehran

7- Sitare Pesiyanî ji Tehran

8- Seher Dewletşahî ji Tehran

Nasnameya tevahiya van 114 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin