Girtina 87 hevwelatî di Cotmeha 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve
Hengaw; Sêşemî 4ê Mijdara 2025an
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Cotmeha 2025an de, herî kêm 87 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare di Cotmeha sala borî de 36 halet beranberî 70.5 ji sedî zêde kiriye. Di Cotmeha sala 2024an de herî kêm 51 hevwelatî hatibûne girtin.
Li gorî vê raporê, aliyê kêm 19 çalakvanên jin, 4 zarok, 37 welatiyên Kurd û 19 hevwelatiyên Behayî û 16 hevwelatiyên Belûç di heyama Cotmeha 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên girtiyan li parêzgeha Urmiye bi 27 haletan hatiye tomarkirin.
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan
Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiye bi 27 haletan, Sîstan û Belûçistan 15 halet û parêzgeha Sine bi 9 haletan hatiye tomarkirin .
Parêzgeha Urmiye: 27 halet (24 welatiyên Kurd û 2 hevwelatiyên Tirkên Azerî û hevwelatiyek Fars)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 15 halet
Parêzgeha Sine: 9 halet
Parêzgeha Tehran: 7 halet (3 welêatiyên Kurd û 4 hevwelatiyên Fars)
Parêzgehên Hemedan û Fars: Her yek 6 halet
Parêzgeha Xûzistan: 5 halet ( 3 hevwelatiyên Ereb)
Parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmed: 4 halet
Parêzgeha Mazenderan: 2 halet
Parêzgeha Yezd: 1 halet (1 hevwelatiyê Belûç)
Parêzgehên Kirmaşan, Gîlan, Merkezî, Simnan û Elborz: Her yek 1 halet
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama Cotmeha 2025an de, aliyê kêm 37 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 42.5 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama Cotmeha 2025an de bûye. Herwisa di meha borî de herî kêm 16 hevwelatiyên Belûç (%18.5) hatine girtin.
Welatiyên Kurd: 37 halet
Hevwelatiyên Belûç: 16halet
Hevwelatiyên Lor: 4 halet
Hevwelatiyên Ereb: 4 halet
Hevwelatiyên Fars: 22halet
Hevwelatiyên Gîlek: 1 halet
Nasnameya netewî ya hevwelatiyên nehatine eşkerekirin: 1 halet
Girtina kêmîneyên mezhebî û olî
Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di Cotmeha 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 19 kes ji çalakvanên Behayî û çalakvanekî pêkhatî ji 12 jinan hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.
Çalakvanên Behayî;
1- Agah Sadiqî ji Bokanê 2- Soniya Tewdî`î ji Babolê 3- Ferdîn Bengalê ji Şîrazê 4- Efşîn Heqîqetcû ji Şîrazê 5- Jînûs Mihemednijad ji Urmiyê 6- Hingamê Şerîfî ji Tehranê 7- Nigar Mîsaqiyan ji Şîrazê 8- Ermexan Înayetî ji Tehranê 9- Metîn Agahî ji Tehranê 10- Fehîm Agahî ji Tehranê 11- Şekîb Ferzan ji Şîrazê 12- Edîb Rehmanî ji Sarî 13- Nêda Mohêbî ji Hemedanê 14- Ferîde Eyûbî ji Hemedanê 15- Zerîndoxt Ehedzade ji Hemedanê 16- Jale Rizayî ji Hemedanê 17- Atife Zahidî ji Hemedanê 19- Roya Sabt ji Şîrazê.
Girtina aliyê kêm 4 zarokek bin 18 saliyê di Îlona 2025an de
Pêka amrên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Cotmeha 2025an de herî kêm 4 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %4.5 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye.
Pêka vê raporê, aliyê kêm 2 zarokên hatî girtin ji welatiyên Kurd bûne û du zarok jî ji hevwelatiyên Belûç bûne ku nasnameya wan wiha ye:
1- Murteza Bîcad, 16 salî ji Raskê
2- Mobîn Nîkcû, 17 salî ji Raskê
3- Rêbwar Mûsewî, 17 salî ji Şinoyê
4- Zahir Azerîm, 17 salî ji Şinoyê
Girtina 9 çalakvanên jin di heyama Cotmeha 2025an de
Pêka vê raporê di heyama Îlona 2025an de aliyê kêm 9 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku ji %22 ji gelempera girtiyan di vê mehê de pêk tînin.
Aliyê kêm 12 jin ên Behayî û 4 jinên Kurd hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye:
Hemedan: 1- Noda Mohêbî 2- Ferîde Eyûbî 3- Zerîndoxt Ehedzade 4- Jale Rizayî 5- Atife Zahidî 6- Nûra Eyûbî
Şîraz: 7- Kewser Dêhbanzade 8- Nîgar Mîsaqiyan 9- Roya Sabt
Mehabad: 10- Gizing Qazî 11- Sîrwan Şawile
Kamêran: 12- Nûşîn Rizayî 13- Zîlan Kemanger
Urmiye: 14- Jinûs Mihemednijad
Babol: 15- Soniya Tewdîqî
Tehran: 16- Hingame Şerîfî
Reşt: 17- Zehra Şehbazî Teberî
Simnan: 18- Ermexan Înayetî
Yasûc: 19- Sitare Zerxamî
Girtina mamoste û xwendekaran di Cotmeha 2025an de
Di heyama Cotmeha 2025an de aliyê kêm girtina 2 mamoste û herwiha xwendekarek hatiye tomarkirin ku her sê jî welatiyên Kurd in.
Mamosteyên hatinî binçavkirin:
1- Hesen Ferecî, mamosteyê zanîngehê ji Merîwanê
2- Cehangîr Rostemî, mamosteyê xanenişîn ji Sehne
Xwendekarên hatinî girtin:
1- Mobîn Talibî ji Merîwanê
Binçavkirina çalakvanên medyayî di Cotmeha 2025an de
Di heyama Îlona 2025an de girtina ti yek ji çalakvanên medyayî nehatiye tomarkirin.
Binçavkirina heyama nivîskar û hunermendan
Di heyama Cotmeha 2025an de, aliyê kêm 2 nivîskar yên bi navê Gizing Qazî ji Mehabadê û Şayan Huşiyar ji Urmiyê û herwisa hunermendek xelkê Ehwazê yê bi navê Ebas Dexaxe ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Nasnameya tevahiya van 87 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.