Girtina 132 hevwelatî di meha Gulana 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

03 June 2025 11:14

Hengaw; Sêşemî 3ê Hezîrana 2025an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Gulana 2025an de, herî kêm 132 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare pêka meha Gulana sala borî 9 halet, beranberî 6 ji sedî kêm kiriye. Di meha Gulana 2024an de herî kêm 141 hevwelatî hatibûne girtin.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 9 çalakvanên jin, 4 zarok, 54 welatiyên Kurd û 29 hevwelatiyên Belûç û 6 çalakvanên Behayî di heyama meha Gulana 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên girtiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 29 haletan hatiye tomarkirin.

 

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan

Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 29 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sine û Urmiye her yek 24 halet û parêzgeha Tehran jî 20 haletên binçavkirina hevwelatiyan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 29

Parêzgeha Sine: 24 halet

Parêzgeha Urmiye: 24 halet (23 welatiyên Kurd û hevwelatiyek Tirkê Azerî)

Parêzgeha Tehran: 20 halet (17 hevwelatiyên Fars, welatiyek Kurd, hevwelatiyek Qeşqayî û hevwelatiyek jî ku nasnameya wî ya etnîkî ber dest nîne)

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 10 halet (5 hevwelatiyên Sîstanî û 5 hevwelatiyên Fars)

Parêzgehên Kirmaşan, Erdebîl û Fars: Her yek 4 halet

Parêzgeha Gîlan: 3 halet

Parêzgeha Hemedan: 2 halet (welatiyek Kurd û hevwelatiyek Fars)

Parêzgeha Qezwîn: 2 halet (2 hevwelatiyên Tirkên Azerî)

Parêzgeha Tewrêz: 2 halet

Parêzgeha Elborz: 1 halet (welatiyek Kurd)

Parêzgeha Xûzistan: 1 halet (welatiyek Lor)

Parêzgehên Kehgîlûye û Bûyerehmed û Kirman: Her yek 1 halet

 

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin pêka kêmîneyên netewî û etnîkî

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Gulana 2025an de, aliyê kêm 54 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 41 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha Gulana 2025an de bûye. Herwisa di meha borî de herî kêm 29 hevwelatiyên Belûç (%22) hatine girtin.

Welatiyên Kurd: 54 halet

Hevwelatiyên Belûç: 29 haleta

Hevwelatiyên Fars: 28 halet

Hevwelatiyên Tirkên Azerî: 9 halet

Hevwelatiyên Sîstanî: 5 halet

Hevwelatiyên Gîlek: 3 halet

Hevwelatiyên Lor: 2 halet

Hevwelatiyên Qeşqayî: 1 halet

Nasnameya etnîkî ya hevwelatiyekê ku bo Hengawê nehatiye eşkerekirin: 1 halet

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Gulana 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 6 kes ji çalakvanên Behayî, 2 çalakvanên Sune mezheb û 5 peyrewên Hereketa Yemanî hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.

Çalakvanên Behayî;

1- Erşiya Rûhanî ji Îsfehanê

2- Hemîd Munzewî ji Îsfehanê

3- Areş Nebewî ji Îsfehanê

4- Şeyda Rûhanî ji Tehranê

5- Şîde Tewekolî ji Tehranê

6- Şîla Tewekolî ji Tehranê

Çalakvnên Sune mezheb;

1- Newaz Dehanî ji Mêhrêstanê

2- Berzan Melekî ji Sine

Çalakvanên Hereketa Yemanî:

1- Husên Davûdî ji Kaşmerê

2- Elî Davûdî ji Kaşmerê

3- Hesen Davûdî ji Kaşmerê

4- Hadî Aqayî ji Kaşmerê

5- Kazim Qewîdil ji Kaşmerê

 

Girtina 4 zarokên bin 18 saliyê di Gulana 2025an de

Pêka amrên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Gulana 2025an de herî kêm 4 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %3 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye.

Tevahiya zarokên hatinî girtin kur bûne û kêmtementirînê wan 14 salî bûye.

Pêka vê raporê, 3 zarokên hatinî girtin Belûç û zarokek jî Kurd bûye ku nasnameya wan wiha ye:

1- Mîlad Nasirî yê 17 salî û xelkê Bokanê

2- Saleh Behram Zehî yê 14 salî û xelkê Serbazê

3- Manî Dehanî yê 16 salî û xelkê Sîb û Soran

4- Rizvan Teraz yê 17 salî û xelkê Raskê

 

Girtina 9 çalakvanên jin di heyama meha Gulana 2025an de

Pêka vê raporê di heyama meha Gulana 2025an de aliyê kêm 9 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku ji %7 ji gelempera girtiyan di vê mehê de pêk tînin.

Herî kêm 5 jin ji jinên hatinî girtin ji çalakvanên Kurd û 3 jin jî, ji çalakvanên Behayî bûne û nasnameya wan wiha ye:

Tehran: 1- Şeyda Rûhanî 2- Şîla Tewekolî 3- Şîde Tewekolî

Urmiye: 4- Reina Xoran 5- Rojan Xoran

Kirmaşan: 6- Mehsa Zari`î

Bokan: 7- Befrîn Meirûfî

Bane: 8- Ferzane Reşîdî

Îsfehan: 9- Fehîme Sultanî

 

Girtina aliyê kêm 7 mamoste û 2 xwendekar di meha Gulana 2025an de

Di heyama meha Gualan 2025an de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekaran berdewam bûye û aliyê kêm 7 mamosteyên dibistan û zanîngehê û 2 xwendekar di meha Gulana 2025an de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

Mamosteyên hatinî girtin:

1- Welî Mîrza Seyidî ji Tehranê

2- Ehmed Heyderî ji Tehranê

3- Mehdî Ferahî Şandîz ji Tehranê

4- Husên Ebadiyan ji Melayêrê

5- Riza Muslimî ji Hemedanê

6- Sadiqî ji Tehranê

7- Ebolfezl Rencberî ji Tewrêzê

Xwendekarên hatinî binçavkirin:

1- Fehîme Sultanî ji Îsfehanê

2- Ferzane Reşîdî ji Bane

 

Binçavkirina çalakvanên medyayî di meha Gulanê de

Di heyama meha Gulana 2025an de, çalakvanekî medyayî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê yê bi navê Ejder Pîrî li Kerecê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di meha Gulana 2025an de, aliyê kêm sê nivîskar yên bi navên Ejder Pîrî ji Urmiye, Muslim Zari`î ji Kirmaşanê û Ebolfezl Rencberî ji Tewrêzê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin. Ti haletek ji girtina hunermendan nehatiye tomarkirin.

Nasnameya tevahiya van 132 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin