Girtina 147 hevwelatî di Tîrmeha 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

Hengaw; Sêşemî 5ê Tebaxa 2025an
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Tîrmeha 2025an de, herî kêm 147 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare pêka Tîrmeha sala borî 55 halet, beranberî 60 ji sedî zêde kiriye. Di Tîrmeha 2024an de herî kêm 92 hevwelatî hatibûne girtin.
Li gorî vê raporê, aliyê kêm 17 çalakvanên jin, 3 zarok, 81 welatiyên Kurd û 18 hevwelatiyên Belûç û 7 çalakvanên Behayî di heyama Tîrmeha 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên girtiyan li parêzgeha Urmiye bi 40 haletan hatiye tomarkirin.
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan
Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiyê bi 40 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sine 31 halet û Sîstan û Belûçistanê 15 haletetên binçavkirina hevwelatiyan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Urmiye: 40 halet (39 welatiyên Kurd û hevwelatiyek Tirkê Azerî)
Parêzgeha Sine: 31 halet (29 welatiyên Kurd û 2 hevwelatiyên Belûç)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 15 halet
Parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmed: 8 hlet
Parêzgeha Xurasana Bakur: 6 halet (6 welatiyên Kurd)
Parêzgeha Tehran: 6 halet (3 welatiyên Kurd, 2 hevwelatiyên Fars û hevwelatiyek Amerîkayî-Cihû
Parêzgeha Bûşehr: 5 halet (hevwelatiyek Lor û 4 hevwelatiyên Fars)
Parêzgeha Îsfehan: 5 halet
Parêzgeha Îlam: 4 halet
Parêzgehên Fars, Gîlan, Mazenderan û Tewrêz: Her yek 3 halet
Parêzgeha Xûzistan: 3 halet (2 hevwelatiyên Lor û hevwelatiyek Ereb)
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 3 halet (hevwelatiyek Efxanî û 2 hevwelatiyên Fars)
Parêzgeha Loristan: 3 halet
Parêzgeha Kirman: 2 halet (2 hevwelatiyên bîhanî)
Parêzgehên Gulistan û Elborz: Her yek 1 halet
Parêzgeha Qum: 1 halet (hevwelatiyek Efxanî)
Parêzgeha Yezd: 1 halet (hevwelatiyek Belûç)
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm 81 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 55 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama Tîrmeha 2025an de bûye. Herwisa di meha borî de herî kêm 18 hevwelatiyên Belûç (%12) hatine girtin.
Welatiyên Kurd: 81 halet
Hevwelatiyên Belûç: 18 haleta
Hevwelatiyên Fars: 17 halet
Hevwelatiyên Lor: 13 halet
Hevwelatiyên Gîlek: 3 halet
Hevwelatiyên Tirkên Azerî: 2 halet
Hevwelatiyên Ereb: 1 halet
Hevwelatiyên bîhanî: 6 halet
Nasnameya etnîkî ya hevwelatiyekê ku bo Hengawê nehatiye eşkerekirin: 6 halet
Girtina kêmîneyên mezhebî û olî
Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di Tîrmeha 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 7 kes ji çalakvanên Behayî, 2 çalakvanek Xirîstiyen hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.
Çalakvanên Behayî;
1- Rakul Etayan ji Qaimşehrê
2- Soheyl Heqdost ji Qaimşehrê
3- Amheran Dasturnijad ji Şîrazê
4- Lêva Semîmî ji Juybarê
5- Sîna Eqdesî ji Tewrêzê
6- Îrac Nûriste ji Tewrêzê
7- Ermexan Yezdanî ji Şîrazê
Çalakvnên Xirîstiyan;
1- Mêhran Şamlû ji Tehranê
Girtina 3 zarokên bin 18 saliyê di Tîrmeha 2025an de
Pêka amrên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Tîrmeha 2025an de herî kêm 3 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %2.5 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye.
Pêka vê raporê, 3 zarokên hatinî girtin ji welatiyên Kurd, Belûç û Erreb bûne ku nasnameya wan wiha ye:
1- Bêhzad Sûrîzehî yê 17 salî ji Xaşê
2- Mihemed Esçerawî yê 16 salî ji Abadanê
3- Kejal Salihî ya 14 salî ji Bucnûrdê
Girtina 17 çalakvanên jin di heyama Tîrmeha 2025an de
Pêka vê raporê di heyama Tîrmeha 2025an de aliyê kêm 17 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku ji %11.5 ji gelempera girtiyan di vê mehê de pêk tînin.
Herî kêm 6 jin ji jinên hatinî girtin ji çalakvanên Kurd û 3 jin ji çalakvanên Behayî û 2 jin jî, ji hevwelatiyên bîhanî bûne û nasnameya wan wiha ye:
Şîraz: 1- Nigîn Emînzade 2- Ermexan Emînî
Tehran: 3- Nida Karger 4- Mîna Meşhedî Mehdî
Îsfehan: 5- Efrûz Kiyanî Ersî
Qaimşehr: 6- Rakul Etayan
Bokan: 7- Melek Ferecbeygî
Taybad: 8- Sara Gewherî
Bucnûrd: 9- Kejal Salihî
Şîrwan: 10- Eizem Nasirî
Kamêran: 11- Rûnak Deştî
Yasûc: 12- Mehsa Şefi`î
Reşt: 13- Rozîta Recayî
Mehabad: 14- Kilara Resûlî
Birûcêrd: 15- Leyla Saremî
Bêhbehan: 16- Ferox Xusrewî
Kirman: 17- “Lindsay Forman”
Girtina aliyê kêm 2 mamoste û xwendekarek di Tîrmeha 2025an de
Di heyama Tîrmeha 2025an de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekaran berdewam bûye û aliyê kêm 2 mamosteyên dibistan û zanîngehê û xwendekarek di vê mehê de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.
Mamosteyên hatinî girtin:
1- Husên Wahidî ji Bucnûrdê
2- Ferox Xusrewî ji Behbehanê
Xwendekarên hatinî binçavkirin:
1- Sara Gewherî ji Efxanistanê
Binçavkirina çalakvanên medyayî di Tîrmehê de
Di heyama Tîrmeha 2025an de, girtina çalakvanên medyayî nehatiye tomarkirin.
Binçavkirina nivîskar û hunermendan
Di Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm 2 nivîskar yên bi navên Pêdram Mihemedzade ji Rûdserê, Rezîta Recayî ji Reştê û 4 hunermend bi navên Nigîn Emînzade ji Şîrazê, Nigîn Kiyanî Ersî ji Îsfehanê, Mîna Meşhedî Mehdî ji Yezdê û Emîn Kerîmî ji Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.
Nasnameya tevahiya van 147 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.