Girtina 87 hevwelatî di Tebaxa 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

Hengaw; Çarşemî 3ê Îlona 2025an
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Tebaxa 2025an de, herî kêm 78 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare pêka meha Tebaxa sala borî 6 halet, beranberî 6.5 ji sedî kêm kiriye. Di Tebaxa 2024an de herî kêm 93 hevwelatî hatibûne girtin.
Li gorî vê raporê, aliyê kêm 7 çalakvanên jin, zarokek, 39 welatiyên Kurd û 21 hevwelatiyên Belûç û 2 çalakvanên Behayî di heyama meha Tebaxa 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên girtiyan li parêzgeha Urmiye û Sîstan û Belûçistanê bi 16 haletan hatiye tomarkirin.
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan
Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiye û Sîstan û Belûçistanê bi 16 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sine 14 halet û Tehranê 12 haletetên binçavkirina hevwelatiyan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Urmiye: 16 halet (15 welatiyên Kurd û hevwelatiyek Fars)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 16 halet
Parêzgeha Sine: 14 halet
Parêzgeha Tehran: 12 halet (7 hevwelêatiyên Fars, 4 welatiyên Kurd û hevwelatiyek Tirkemen)
Parêzgeha Xûzistan: 5 halet (3 hevwelatiyên Ereb û 2 hevwelatiyên Lor)
Parêzgeha Yezd: 5 halet (4 hevwelatiyên Belûç û hevwelatiyek Fars)
Parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Gîlan: Her yek 3 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 2 halet
Parêzgeha Kirman: 2 halet (hevwelatiyek Belûç û hevwelatiyek Fars)
Parêzgehên Merkezî, Kehgîlûye û Bûyerehmed, Erdebîl, Elborz, Tewrêz û Îsfehan: Her yek 1 halet
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Tebaxa 2025an de, aliyê kêm 39 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 45 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama Tebaxa 2025an de bûye. Herwisa di meha borî de herî kêm 21 hevwelatiyên Belûç (%24) hatine girtin.
Welatiyên Kurd: 39 halet
Hevwelatiyên Belûç: 21 haleta
Hevwelatiyên Fars: 15 halet
Hevwelatiyên Lor: 3 halet
Hevwelatiyên Gîlek: 3 halet
Hevwelatiyên Ereb: 3 halet
Hevwelatiyên Tirkên Azerî: 2 halet
Hevwelatiyên Tirkemen: 1 halet
Girtina kêmîneyên mezhebî û olî
Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Tebaxa 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 2 kes ji çalakvanên Behayî û 5 çalakvanên Sune mezheb ji wan 3 çalakvanên Belûç û 2 çalakvanên Kurd hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.
Çalakvanên Behayî;
1- Şehram Felahî ji Kirmanê
2- Keyhan Meqsûdî ji Urmiyê
Çalakvanên Sune mezheb;
1- Mensûr Belûç ji Qesrêqend
2- Mesûd Belûç ji Qesrêqend
3- Nasih Muradî ji Ciwanroyê
4- Elîriza Berahûyî ji Zahidanê
4- Wuriya Emîrî yê 16 salî ji Serpêla Zehawê
Girtina zarokek bin 18 saliyê di Tebaxa 2025an de
Pêka amrên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Tebaxa 2025an de herî kêm zarokek bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %1.2 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye.
Pêka vê raporê, zarokê hatî girtin ji welatiyên Kurd bûye ku nasnameya wî wiha ye:
1- Wuriya Emîrî yê 16 salî û xelkê Serpêla Zehawa Kirmaşanê
Girtina 7 çalakvanên jin di heyama meha Tebaxa 2025an de
Pêka vê raporê di heyama Tîrmeha 2025an de aliyê kêm 7 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku ji %8.5 ji gelempera girtiyan di vê mehê de pêk tînin.
Nasnameya jinên hatinî girtin wiha ye:
Tehran: 1- Êlham Salihî 2- Fatime Ziyayî 3- Mercan Erdeşîrzade
Bendar Enzelî: 4- Seher Sultanî
Merîwan: 5- Jîno Kerîmî
Sebzewar: 6- Tahire Kelate Seyferî
Reşt: 7- Şehrzad Şerbiyanî
Girtina mamoste û xwendekaran di Tebaxa 2025an de
Di heyama meha Tebaxa 2025an de ti haletek ji girtina xwendekar û mamosteyan di Navenda Amar û Belgeyan a Hengawê de nehatiye tomarkirin.
Mamosteyên hatinî girtin:
Girtina mamosteyan nehatiye tomarkirin.
Xwendekarên hatinî binçavkirin:
Girtina xwendekaran nehatiye tomarkirin.
Binçavkirina çalakvanên medyayî di Tebaxa 2025an de
Di heyama Tîrmeha 2025an de, herî kêm du kes ji çalakvanên medyayî yên bi navên Mêysem Reşîdî ji Erdebîl û Nerîman Rendanî ji Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komar Îslamî ya Îanê ve hatine girtin.
Binçavkirina nivîskar û hunermendan
Di heyama meha Tebaxa 2025an de, aliyê kêm nivîskarek bi navê Newab Qizilbaş jiTehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.
Nasnameya tevahiya van 87 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.