Girtina 89 hevwelatî di Îlona 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

Hengaw; Yekşemî 5ê Îlona 2025an
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Îlona 2025an de, herî kêm 89 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare di Îlona sala borî de 7 halet beranberî 7 ji sedî kêm kiriye. Di Îlona sala 2024an de herî kêm 96 hevwelatî hatibûne girtin.
Li gorî vê raporê, aliyê kêm 6 çalakvanên jin, 11 zarok, 43 welatiyên Kurd û 10 hevwelatiyên Belûç di heyama meha Îlona 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên girtiyan li parêzgeha Sine bi 23 haletan hatiye tomarkirin.
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan
Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sine bi 23 haletan, Urmiye û Îsfehan her yek bi 20 haletan hatiye tomarkirin .
Parêzgeha Sine: 23 halet (22 welatiyên Kurd û hevwelatiyek Almanê)
Parêzgeha Urmiyê: 20 halet (hemû kesên ku hatine girtin Kurd in)
Parêzgeha Îsfehan: 20 halet (19 hevwelêatiyên Fars, welatiyek Kurd)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê: 8 halet
Parêzgeha Gîlnê: 4 halet
Parêzgeha Fars: 3 halet ( hevwelatiyek Belûç, hevwelatiyek Fars û hevwelatiyek ku nasnameya netewî ya wî ji bo Hengawê eşkere nebûye)
Parêzgehên Loristan, Mazenderana Tehranê, Xurasana Rezewî: Her yek 2 halet
Parêzgeha Xûzistan: 2 halet (2 hevwelatiyên Lor)
Parêzgeha Qumê: 1 halet
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Îlona 2025an de, aliyê kêm 43 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 48.5 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama Îlona 2025an de bûye. Herwisa di meha borî de herî kêm 10 hevwelatiyên Belûç (%11) hatine girtin.
Welatiyên Kurd: 43 halet
Hevwelatiyên Belûç: 10 halet
Hevwelatiyên Lor: 5 halet
Hevwelatiyên Gîlek: 5 halet
Hevwelatiyên Fars: 23 halet
Hevwelatiyên xelkê Almanê: 1 halet
Nasnameya netewî ya hevwelatiyên nehatine eşkerekirin : 2 halet
Girtina kêmîneyên mezhebî û olî
Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Îlona 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 1 kes ji çalakvanên Behayî û çalakvanekî Sune mezheb û 2 mamosteyên Şîe hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.
Çalakvanên Behayî;
1- Şehram Kaşanînijad ji Nûşehrê
Çalakvanên Sune mezheb;
1- Hebîb Erbabzêhî ji Zabulê
Çalakvanên Şîe mezheb;
1- Mihemed Teqî Ekbernijad ji Qumê
2- Şehabedîn Haêrî ji Şîrazê
Girtina aliyê kêm 11 zarokek bin 18 saliyê di Îlona 2025an de
Pêka amrên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Îlona 2025an de herî kêm 11 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %12 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye.
Pêka vê raporê, aliyê kêm 9 zarokên hatî girtin ji welatiyên Kurd bûye û du zarok jî ji hevwelatiyên Lor û Belûç bûne ku nasnameya wan wiha ye:
1- Parsa Qasimî yê 17 salî û xelkê Bêhbehanê
2- Ewraz Zemanî yê 17 salî û Kamêranê
3- Behrûz Raşîdî yê 17 salî û Kamêranê
4- Kawan Sebûrî yê 17 salî û xelkê Kamêranê
5- Peyam Husênî yê 17 salî û xelkê Kamêran
6- Soran Muzeferî yê 17 salî û xelkê Kamêran
7- Îhsan Sebûrî yê 17 salî û xelkê Kamêran
8- Ebdulah Ezîzî yê 17 salî û xelkê Qesrî Qend
9- Diyar Girgol yê 16 salî û xelkê Şinoyê
10- Alan Tabnak ê 16 salî û xelkê Şinoyê
11- Zanyar Şadîxah yê 17 salî û xelkê Şinoyê
Girtina 6 çalakvanên jin di heyama meha Îlona 2025an de
Pêka vê raporê di heyama Îlona 2025an de aliyê kêm 6 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku ji %7 ji gelempera girtiyan di vê mehê de pêk tînin.
Aliyê kêm 3 jin ên Gîlek û du jin ên Kurd hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye:
Reşt: 1- Şadî Felahetî 2- Tahîre Pûrîsmaîlî 3- Meisûme Pûrşehranî
Sine: 4- Nehye Rehîmî 5- Direxşan Rehîmî
Şîraz: 6- Miryem Dilbarî
Girtina mamoste û xwendekaran di Îlona 2025an de
Di heyama meha Îlona 2025an de aliyê kêm girtina 18 mamoste di kombûnekê de û herwiha girtina xwendekarekî hatiye tomarkirin.
Mamosteyên hatinî binçavkirin:
1- Ebdulah Rizayî 2- Mihemed Hebîbî 3- Aram Mihemedî 4- Hemîd Rehmetî 5- Menûçêhr Aqabeygî 6- Resûl Bedaqî 7- Mihemed Sidîqîpûr 8- Xanezîz Îsmaîlî 9- Elî Seferî 10- Daryûş Sadiqî 11-Mihemedhusên Musedêqyian12_ Îsmaîl Ferhengmenêş13- Şukrolah Ehmedî 14- Îrec Rehnema 15- Mihemed Riza Emanîfer 16- Feramerz Xudaşinas 17- Mesûd Ferîhxta 18- Elî Felah ku hemû li bajarê Reza hatine binçavkirin.
Xwendekarên hatinî girtin;
1- Îmad Deruftade ji Pîranşarê
Binçavkirina çalakvanên medyayî di Îlona 2025an de
Di heyama Îlona 2025an de ti girtineke çalakvanên medyayî nehatiye tomarkirin.
Binçavkirina nivîskar û hunermendan
Di heyama meha Îlona 2025an de, aliyê kêm nivîskarek bi navê Şehabedîn Haêrî ji çalakvanên mezhebî yê rûniştiyê bajarê Şîrazê ji bo birêvebirina sizayê girtîgeha xwe bu girtîgeha Adilva ya vî bajarî hate veguhastin.
Nasnameya tevahiya van 89 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.