Girtina 79 hevwelatî di meha Nîsana 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

Hengaw; Şemî 3ê Gulana 2025an
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Nîsana 2025an de, herî kêm 79 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare pêka meha Nîsana sala borî 55 halet, beranberî 41 ji sedî kêm kiriye. Di meha Nîsana 2024an de herî kêm 134 hevwelatî hatibûne girtin.
Li gorî vê raporê, aliyê kêm 8 çalakvanên jin, 4 zarok, 35 hevwelatiyên Belûç û 21 welatiyên Kurd di heyama meha Nîsana 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên girtiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 35 haletan hatiye tomarkirin.
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan
Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistan bi 35 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sine 9 halet û parêzgeha Tehran jî 8 haletên binçavkirina hevwelatiyan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 35
Parêzgeha Sine: 9 halet
Parêzgeha Tehran: 8 halet (5 hevwelatiyên Fars û 3 welatiyên Kurd, Lor û Tirkên Azerî)
Parêzgeha Urmiye: 7 halet (6 welatiyên Kurd û hevwelatiyek Tirkê Azerî)
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 5 halet
Parêzgeha Xûzistan: 3 halet (2 hevwelatiyên Lor û hevwelatiyek Ereb)
Parêzgehên Gîlan û Îlam: Her yek 2 halet
Parêzgeha Mazenderan: 2 halet (2 welatiyên Kurd)
Parêzgehên Kirmaşan, Qum, Elborz û Îsfehan: Her yek 1
Parêzgeha Hemedan: 1 halet (welatiyek Kurd)
Parêzgeha Fars: 1 halet (hevwelatiyek Qeşqayî)
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Nîsana 2025an de, aliyê kêm 35 welatiyên Belûç ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 44 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha Nîsana 2025an de bûye. Herwisa di meha borî de herî kêm 21 welatiyên Kurd (%26.5) hatine girtin.
Hevwelatiyên Belûç: 35 halet
Welatiyên Kurd: 21 haleta
Hevwelatiyên Fars: 14 halet
Hevwelatiyên Lor: 3 halet
Hevwelatiyên Gîlek: 2 halet
Hevwelatiyên Tirkên Azerî: 2 halet
Hevwelatiyên Ereb: 1 halet
Hevwelatiyên Qeşqayî: 1 halet
Girtina kêmîneyên mezhebî û olî
Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Nîsana 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 2 kes ji çalakvanên Behayî, 2 çalakvanên Sune mezheb, 2 peyrewên Hereketa Yemanî, nûbawerek Xirîstiyan û melayeke nerazî yê Şîe mezheb hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.
Çalakvanên Behayî;
1- Ferîd Muradî ji Meşhedê
2- Gulnûş Nesîrî ji Meşhedê
Nûbawerên Xirîstiyan:
1- Lîda Alkesanî ji Tehranê
Çalakvnên Sune mezheb;
1- Mamoste Luqman Emînî ji Ciwanroyê
2- Mamoste Ayet Xulamî ji Kirmaşanê
Çalakvanên Hereketa Yemanî:
1- Reyhane Darat ji Terbet Heyderiye
2- Resûl Darat ji Terbet Heyderiye
Çalkvanên nerazî yên Şîe mezheb:
1- Mihemedcewad Moheqêq Yezdî ji Qumê
Girtina 4 zarokên bin 18 saliyê di Nîsana 2025an de
Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha Nîsana 2025an de herî kêm 4 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %5 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye.
Tevahiya zarokên hatinî girtin kur bûne û kêmtementirînê wan 15 salî bûye.
Pêka vê raporê, 4 zaroên hatinî girtin Belûç û zarokek jî Kurd bûye ku nasnameya wan wiha ye:
1- Adil Seferzayî yê 16 salî û ji Zahidanê
2- Hesan Nesîrî Motleq yê 15 salî û ji Zahidanê
3- (Navê wî yê piçûk nexuya ye) Şebexş yê 16 salî û ji Zahidanê
4- Îhsan Hemzezade yê 17 salî ji Bokanê
Girtina 8 çalakvanên jin di heyama meha Nîsana 2025an de
Pêka vê raporê di heyama meha Nîsana 2025an de aliyê kêm 8 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku ji %10 ji gelempera girtiyan di vê mehê de pêk tînin.
Herî kêm 4 jin ji jinên hatinî girtin ji Tehranê bûne ku navê wan wiha ye:
Tehran: 1- Jîla Zehtab Moqedem 2- Azer Zengulî 3- Lîda Alkesanî 4- Someye Reşîdî
Meşhed: 5- Ferîde Muradî 6- Gulnûş Nesîrî
Sine: 7- Sirwe Pûrmihemedî
Torbet Heyderiye: 8- Reyhane Darat
Girtina aliyê kêm mamosteyek û xwendekarek di Nîsana 2025an de
Di heyama meha Nîsana 2025an de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekaran berdewam bûye û aliyê kêm mamosteyek dibistanê û xwendekarek di meha Nîsana 2025an de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.
Mamosteyên hatinî girtin: 1- Esxer Emîrzadigan ji Fîrûzabadê
Xwendekarên hatinî binçavkirin: Emîrhusên Baqirî ji Necefabadê
Binçavkirina çalakvanên medyayî di meha Nîsanê de
Di heyama meha Nîsana 2025an de, du çalakvanên medyayî yên bi navên Nerîman Rendanî ji Seqizê û Husên Gewherî ji Miyanduavê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.
Binçavkirina nivîskar û hunermendan
Di Nîsana 2025an de, aliyê kêm hunermendek bi navê Hesen Ehmedî ji Makûyê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatiye girtin. Ti haletek ji girtina nivîskaran nehatiye tomarkirin.
Nasnameya tevahiya van 79 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.