Rûmala nerazîbûnên meha Çileyê; Binçavkirina neh welatiyên Kurd li bajarên Lomara Sîrwanê, Sine, Kirmaşan, Merîwan û Urmiyê
Hengaw; Şemî 17ê Çileya 2026an
Neh welatiyên Kurd ên bi navên Elî Dilferuz, Îrec Rehîmzade, Mihemed Cawidan, Husên Muradî, Celîl Muradî, Kiya Muradî, Ebdulah Rizayî, Newîd Ebdulahî û Eşkan Kelekî, li bajarên Lomar, Sine, Kirmaşan, Merîwan û Urmiyê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatin girtin û ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 14ê Çileya 2026an, Elî Dilferuz ê 37 salî û xelkê bajarê Eywanê yê ser bi parêzgeha Îlamê, bi êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî, bi bikaranîna tundûtîjiyê hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin. Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, hêzên ewlehiyê di dema girtina wî de, dest bi lêgerîna nava mala vî welatiyê Kurd kirine û dest danîne ser hejmarek ji kelûpelên wî yên kesî wekî telefon û laptopa wî.
Herwiha di heman rojê de, Îrec Rehîmzade, çalakvanê medenî û girtiyê siyasî yê berê û xelkê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Ji aliyek dinê ve roja Sêşemî 13ê Çileya 2026an, sê welatî bi navên Mihemed Cawidan ê bilogerê naskirî yê Kurd di torên civakî de bi “Dûpişkê Reş”, Husên Muradî û Celîl Muradî, ku her sê jî xelkê Lomara ser bi Sîrwanê li parêzgeha Îlamê ne, ji aliyê hêzên hikûmetî ve li vî bajarî hatine girtin û ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin. Mihemed Cawidan berê jî di encama tevgera “Jin Jiyan Azadî” de hatibû girtin.
Herwiha roja Duşemî 11ê Çileya 2026an, Kiya Muradî, welatiyê 18 salî û xelkê Sine û xwarziyê Peyman Mînberî, ji şehîdên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”, ji aliyê hêzên hikûmetî ve li vî bajarî hate girtin û heta niha ti zanyariyek derbarê çarenivîsa navbirî li ber dest nîne.
Her di vê derbarê de roja Pêncşemî 8ê Çileyê, Ebdulah Rizayî, çalakvanê sendîkaya Mamosteyan li Kirmaşanê û endamê Encumena Hevahengî ya Sendîkayên Mamosteyên Îranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Di berdewamiya pêla girtina vê dawiyê de, roja Şemî 26ê Kanûna a 2025an, Newîd Ebdulahî, xelkê gundê “Kanî Dînar” ê ser bi bajarê Merîwanê, li encama êrîşa hêzên Wezareta Îtilaatê bo ser mala wî hate girtin û bi derbasbûna 22 rojan ji binçavkirina wî, hê jî ti zanyariyek li ser çarenivîsa wî li ber dest nîne. Newîd Ebdulahî berê jî di encama nerazîbûnên seranserî yên Mijdara 2019an de hatibû girtin.
Herwiha di heyama rojên borî de, welatiyekî din ê bi navê Eşkan Kelekî yê 33 salî û xelkê gundê “Cilxeran” ê ser bi bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Ev welatiyane piştî girtinê ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin û heta niha ti zanyariyek li ser çarenivîsa wan li ber dest nîne.