Sine; Soma Mihemedrizayî, çalakvana medenî hate girtin

10 March 2025 23:16

Hengaw; Duşemî 10ê Adara 2025an

Soma Mihemedrizayî, çalakvana medenî ya warê mafê jinan, li bajarê Sine ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Bi vî awayî hejmara jinên ku îro hatine binçavkirin giha bi 2 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de roja Duşemî 10ê Adara 2025an, Soma Mihemedrizayî ya çalakvana sivîl a temen 38 salî, li cihê karê xwe li pasaja Elmas a bajarê Sine hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agedar, hêzên îdareya Îtilaatê ev çalakvana medenî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine û bo cihekî nediyar veguhastine.

Ev çalakvana medenî ji ber çalakî û amadebûna wê di rêûresma vê dawiyê ya taybet bi roja cîhanî ya Jinan li Sinê hatiye binçavkirin.

Ji bilî vê haletê, îro çalakvaneke din a medenî ya bi navê Baran Saidî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî û bi çêkirina rewşeke tirsandinê di mala de xwe hate  girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin