Girtina Soheyla Mutayî li Dêwulanê; Hejmara çalakvanên jin ku li rêûresma 8ê Adarê li Sineyê hatine binçavkirin giha bi 3 kesan

11 March 2025 16:51

Hengaw; Sêşemî 11ê Adara 2025an

Bi girtina Soheyla Mutayî, çalakvana warê mafê jinan, hejmara çalakvanên jin ên ku duh li du bajarên Sine û Dêwulanê hatine girtin giha bi 3 kesan. Soheyla Mutayî ji girtiya tevgera Jin Jiyan Azadî ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 10ê Adara 2025an, Soheyla Mutayî, çalakvana warê mafê jinan û ji girtiya tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Dêwulanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Soheyla Mutayî sêhemîn çalakvana medenî ye ku ji ber çalakî û amadebûna wan di rêûresma vê dawiyê ya taybet bi roja cîhanî ya Jinan li Sinê hatine binçavkirin.

Soheyla Mutayî roja Çarşemî 22ê  Çileya 2025an, li meydana Saet a Dêwulanê bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin û piştî çend demjimêr lêpirsînê bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî û bi awayekî demkî hatibû berdan.

Ev çalakvana warê mafê jinan di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de du caran hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a Dêwulanê ve bi giştî 60 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin. Navbirî piştî derbaskirina çend meh sizayê girtîgehê hatibû efûkirin û ji girtîgehê hatibû berdan.

Piştî nîveroya duh, Baran Saidî, çalakvana medenî ya temen 45 salî jî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û bi çêkirina rewşeke tirsandinê di mala xwe de hate girtin.

Herwiha direngiya roja Duşemî, Soma Mihemedrizayî, çalakvana medenî ya 38 salî li cihê karê xwe li pasaja Elmas a bajarê Sine  hatibû  girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin