Jinkujî; Raporek li ser kuştina Umûlbenîn Qulîzade ji aliyê mêrê wê ve li parêzgeha Xurasana Bakur

09 June 2025 16:50

Hengaw; Duşemî 9ê Hezîrana 2025an

Jinek bi navê “Umûlbenîn Qulîzade” li bajarê Mane û Sêmêlqan yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur ji aliyê mêrê xwe ve bi çeka sar hate kuştin. Hênceta bikuj ji vê tawanê bi “pirsgirêkên malbatî” hatiye zanîn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 7ê Hezîrana 2025an, Umûlbenîn Qulîzade ya 47 salî û ya xelka yek ji gundên bajarê Mane û Sêmêlqan ji aliyê hevjînê xwe ve bi çendîn derbên kêran hate kuştin

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, bikuj 53 salî ye û piştî encamdana vê tawanê, xwe radestî binkeya taxa nîştecihbûna xwe kiriye û bi kuştina hevjîna xwe îtiraf kiriye. Navbirî hênceta encamdana vê tawanê bi “pirsgirêkên malbatî” daye zanîn.

Hêjayî behskirinê ye ku, Umûlbenîn Qulîzade berê jî bi sedema hewldana cudabûnê ji hevjînê xwe, çendîn caran ji aliyê hevjînê xwe ve bi kuştinê hatinû gefxwarin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin