Şîrwan; E`izem Nasirî û Hesen Seyfî, du çalakvanên çandî yên Kurd ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin

Hengaw; Înê 18ê Tîrmeha 2025an
E`izem Nasirî û Hesen Seyfî, du çalakvanên çandî yên di warê zimanê Kurdî de û xelkê bajarê Şîrwanê yê girêdayî parêzgeha Xurasana Bakur ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 17ê Tîrmeha 2025, du çalakvanên çandî yên Kurd ên bi navên E`izem Nasirî û Hesen Seyfî yên xelkê bajarê Şîrwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev du welatiyên Kurd di salên borî de li warê çand û pêşvebirina fêrbûn û hînkirina zimanê Kurdî di nav Kurdan de li bajarê Şîrwanê çalakî hebûne.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.