Girtîgeha Êvînê; Qedexeya pêwendîgirtin a Sekîne Perwane piştî gireva birçîbûnê ya hevdem digel salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî

02 October 2024 19:10

Hengaw; Çarşemî 2ê Cotmeha 2024an

Sekîne Perwane ya girtiya siyasî ya Kurd û xelka Qoçanê, sê hefte berê niha piştî ragihandina gireva birçîbûnê li girtîgeha Êvînê ya Tehranê, ji mafê pêwendîgirtin bi malbata xwe re hatiye bêparkirin. Navbirî bi nîşaneya nerazîbûnê ya li hember kuştina xwenîşanderên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” bo heyama 3 rojan dest avêtibû bi greva birçîbûnê.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Sekîne Perwane, girtiya siyasî ya Kurd û xelka bajarê Qoçanê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî, nêzî 18 roj in ku ji mafê pêwendîgirtin û hevdîtinê di girtîgeha Êvînê de hatiye bêparkirin û ev yeka jî dilgiraniya micid a kesûkar û malbata wê girtiya Kurd li pey xwe aniye.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Sekîne Perwane ji 14ê Îlonê ve bi fermana berpirsên Dezgeha Dadwerî û ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ji mafê pêwendîgirtinê hatiye bêparkirin.

Ev girtiya siyasî roja 13ê Îlonê ragihandibû ku, di rojên 14 û 15ê heman mehê de ji bo nîşandana nerizayetiya xwe ya li hember kuştina xwenîşanderên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” û nîşandana hevxemiya xwe bi malbatên cangoriyan re, dest diavêje bi gireva birçîbûnê.

Navbirî berê niha jî, ji bo nîşandana nerizayetiya xwe ya li hember cîbicîkirina sizayê dervekirina çar girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên Wefa Azerbar, Muhsên Mezlûm, Pêjman Fatihî û Mihemed Feramezî, roja Sêşemî 30ê Çileya 2024an bo heyama 3 rojan dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Sekîne Perwane roja Çarşemî 3ê Nîsana 2024an, hevdem digel yekemîn salvegera girtina wê û ji nişkê ve ji girtîgeha Wekîlava ya bajarê Meşhedê bo beşa jinan a girtîgeha Êvînê ya Tehranê hatibû veguhastin.

Sekîne Perwane roja Sêşemî 4ê Nîsana sala borî, piştî wê ku ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran a Meşhedê ve hatibû gazîkirin, li wir hatibû binçavkirin û roja 14ê heman mehê jî bo benda 5 a girtîgeha Meşhedê hatibû veguhastin.

Navbirî di destpêka meha Tebaxa sala 2023an de, di demekê de ku ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îslamiya Meşhedê ve 7 sal û 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepadin.

Herwisa di 7ê Tîrmeha 2023an de jî, li Tehranê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin û piştî çar rojan cardin hatibû berdan. Spaha Pasdaran nêzîkî çar salan berî niha dest danîbû ser hemû nasname û belgeyên kesî yên Sekîne Perwanê û tevî azadkirina vê girtiya siyasî, belgeyên wê nehatine vegerandin û ev yeka jî bûye sedem ku ew bi tiştên herî bingehîn ên jiyanê wekî kirêgirtina xaniyek, karkirin, kirîna hêla telefonê û hwd rastî pirsgirêkan bê.

Navbirî roja yekşemî 17ê Gulana 2020an, ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û bi 2 salan jî qedexekirina endamtî di kom û rêxistinên siyasî de hatibû sizadan û 1ê Adara 2023an hate efûkirin û ji girtîgeha Êvîna Tehranê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin