Sekîne Perwane di salvegera girtina xwe de ji girtîgeha Wekîlava ya Meşhedê bo girtîgeha Êvînê hate veguhastin

04 April 2024 20:46

Hengaw; Pêncşemî 4ê Nîsana 2024an

Sekîne Perwane ya girtiya siyasî ya Kurd a xelka Qoçanê, bi hincetên nediyar ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Meşhedê (Wekîlava) bo girtîgeha Êvîn ê ya Tehranê hate veguhastin.  Veguhastina navbirî di yekemîn salvegera girtina wê de bûye.

Pêka rapra ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Nîsana 2024an, Sekîne Perwane ya girtiya siyasî ya Kurd a xelka bajarê Qoçanê yê ser bi parêzgeha Xorasana Rezewî, ji nişkê ve ji girtîgeha Wekîlava ya bajarê Meşhedê bo beşa jinan a girtîgeha Êvînê ya Tehranê hatiye veguhastin.

Sekîne Perwane roja Sêşemî 4ê Nîsana sala borî, piştî wê ku ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran a Meşhedê ve hatibû gazîkirin, li wir hatibû binçavkirin û roja 14ê heman mehê jî bo benda 5 a girtîgeha Meşhedê hatibû veguhastin.

Navbirî di destpêka meha Tebaxa sala 2023an de, di demekê de ku ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îslamiya Meşhedê ve 7 sal û 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepadin.

Hêjayî behskirinê ye ku ev girtiya siyasî ya Kurd, ji bo nîşandana nerizayetiya xwe ya li hember cîbicîkirina sizayê dervekirina çar girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên Wefa Azerbar, Muhsên Mezlûm, Pêjman Fatihî û Mihemed Feramezî, roja Sêşemî 30ê Çileya 2024an bo heyama 3 rojan dest avêtibû bi gireva birîçîbûnê.

Di 7ê Tîrmeha 2023an de jî, li Tehranê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate girtin û piştî çar rojan hate berdan.  Spaha Pasdaran nêzîkî çar salan berî niha dest danîbû ser hemû nasname û belgeyên kesî yên Sekîne Perwanê û tevî azadkirina vê girtiya siyasî, belgeyên wê nehatine vegerandin û ev yek jî bûye sedem ku ew bi tiştên herî bingehîn ên jiyanê wekî kirêkirina xaniyek, karkirin, kirîna hêla telefonê û hwd rastî pirsgirêkan bê.

Roja yekşemî 17ê Gulana 2020an, ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 5 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin û 2 sal jî qedexekirina endamtiya di kom û rêxistinên siyasî de hate sizadan û 1ê Adara 2023an hate efûkirin û ji girtîgeha Êvînê Tehranê hate berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin