Raporek li ser darvekirina pênc girtiyan ji wan girtiyeke jin li girtîgehên Îsfehan, Yezd, Bîrcend, Melayêr û Bucnûrdê

05 November 2025 10:14

Hengaw; Çarşemî 5ê Mijdara 2025an

Sizayê darvekirina pênc girtiyan ji wan girtiyeke jin, bi navên Emîr Guderzî, Kubra Rizayî, Nûrehmed Ezîzî, Mihemedelî Gulmihemedî û Haşim Merdanî, ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên "kuştina bi zanebûn" û "madên hişber" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgehên Îsfehan, Yezd, Bîrcend, Melayêr û Bucnûrdê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 4ê Mijdara 2025an, sizyayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Emîr Guderzî li girtîgeha navendî ya "Destgird"ê ya ser bi Îsfehanê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtî berê bi tohmetên têkildar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hevdem û di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyeke jin a bi navê Kubra Rizayî, ku berê bi tohmeta têkildar bi madên hişber hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Yezdê hat cîbicîkirin.

Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Duşemî 3ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina girtiyek bi navê Nûrehmed Ezîzî li girtîgeha Bîrcendê li parêzgeha Xurasana Başûr hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtî berê bi tohmeta têkildar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwiha, sibêdeha roja Yekşemî 2ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina girtiyek bi navê Mihemedelî Gulmihemedî, ku berê bi tohmeta têkildar bi madên hişber hatibû sizadan, li girtîgeha Melayêrê li parêzgeha Hemedanê hate cîbicîkirin.

Her di vê pêwendiyê de, sibêdeha roja Şemî 1ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Haşim Merdanî, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Bucnûrdê li parêzgeha Xurasana Bakur hate cîbicîkirin.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin