Bucnûrd; Girtina Kejal Salihî, nûciwana 14 salî û azadkirina demkî ya navbirî li encama nerazîbûna xelkê\ Berdewamiya girtina Araz Salihî

17 July 2025 20:50

Hengaw; Pêncşemî 17ê Tîrmeha 2025an

Kejal Salihî, dersxwana temen 14 salî û xelka gundê “Nawe” yê ser bi bajarê Bucûrda Xurasana Bakur ku pişî dîklemexwendin bi zimanê Kurdiya Kurmancî û methkirina Kurdistanê di çend rêûresmên kultûrî de, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin, piştî sê rojan û li encama nerazîbûna berfireh û pevçûna xelkê gundê wê bi hêzên vê navenda ewlehî re, bi awayekî demkî hate berdan. Eva di halekê de ye ku bavê navbirî, Araz Salihî heta niha binçavkirî ye û ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 17ê Tîrmeha 2025an, Kejal Salihî ya temen 14 salî û xelka gundê Nawe yê ser bi bajarê Bucnûrdê ku ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin, li encama nîşandana nerazîbûn û kombûna xelkê gundê wê û pevçûna wan bi hêzên vê navenda ewlehî re bi awayekî demkî hate berdan.

Êvareya Sêşemî 15ê Tîrmeha 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê bi mebesta girtina Kejal Salihî êrîşî ser mala bavê wê kiribûn, lê piştî wê ku nekarîbûn Kejalê binçav bikin, Araz Salihî yê bavê Kejalê binçav kiribûn û piştî çend demjimêran Kejal jî li cihekî dinê girtibûn.

Kejal Salihî, dersxwana 14 salî ya Kurd, di çendîn rêûresmên kultûrî de dîklemeyên bi navaroka şoreşgerî di pesna Kurdistanê de xwendinûn ku dengvedanên berfireh di nava beşdarbûyên wan rêûresman û torên civakî de li pey xwe anîbûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin