Xurasan; Lêkolîner û nivîskara Kurd Gulî Şadkam ji aliyê saziyên ewlehî ve rastî gefan hat

20 July 2024 11:47

Hengaw; Şemî   20ê Tîrmeha 2024an


Gulî Şadkam a lêkolera Kurd a jidayîkbûya bajarê Qoçanê yê girêdayî parêzgeha Xurasanê ku vê dawiyê çûye Kanadayê, ji aliyê saziyên ewlehî ve bi taybet ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve rastî gefê hatiye û di bin metirsiyê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Gulî Şadkam, pispora lêkolîna zanistên civakî û rûniştiya welatê Kanadayê, rastî gefên berdewam ên Îtilaata Spaha Pasdaran hatiye. Wê berê jî wek şêwirmenda ofîsa tomarkirina mîratî ya menewiya parêzgeha Xurasana Rezewî çalakî hebûye.

Li gor zanyariyên Hengawe, di heyama çend mehên borî de, endamên malbat, heval û heta hevkarên wê li bajarên Bicnûrd, Meşhed û Kerecê rastî zextên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine û bi rêya pêwendiyên telefonî yên berdewam, tevî lêpirsîn û gefxwarinan, xwestine weşandina mijarên nerazitiyê li ser rûpelên civakî yên Gulî Şadkam bêne rawestan û herwiha daxwaza wergirtina zanyariyan li ser cihê rûniştina navbirî û plana vegera Wê ji bo Îranê kirine.


Gulî Şadkam di vê derheq de ji Hengawê re gotiye: “Ev gef piştî hilbijartinên meclîsa Îranê, hilbijartinên Serkomariyê û mirina Îbrahîm Reîsî, ji ber weşandina mijarên derheq hicaba bi zorê, boykotkirina hilbijartinan û zilm û zora sistematîk ku li dijî jinan û Kurdan tê kirin, li ser Instagram û komên Telegramê yên Kurdên Xurasanê zêdetir bûne, ez bawer im di bin her şert û mercê de vegera min bo Îranê dê encamên giran bi xwe re bîne.

Hêjayî gotinê ye ku, Gulî Şadkam di salên derbasbûyî de, ji ber çalakiyên çandî û lêkolînî, çendîn caran ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hatibû gazîkirin û rastî gefxwerin û lêpirsînê hatibû.


Di vî warî de zêde bixwînin