Rapora Hengawê li ser kuştina herî kêm 12 hevwelatiyan ji wan 7 welatiyên Kurd, li meşa xwepêşandanên girseyî li Îsferaynê

29 January 2026 21:13

Hengaw; Pêncşemî 29ê Çileya 2026an

Herî kêm 12 hevwelatî ji wan zarokek, du jin û du xwendekar bi navên Enîs Gerîwanî, Fatime Sultanî, Mihemedpûya Kerîmabadî (zarokekî 17 salî), Elî Esxer Xudadadî, Şehram Mihemedzade, Pûya Ostadî, Sûrena Rubatcizî, Resûl Ceiferî, Riza Xanzade, Ebas Zeynelî, Celîl Mîlanûyî û Bîjen Îbrahîmî Tuy, li rojên 8 û 9ê Çileyê de li xwepêşandanên girseyî li Îsferaynê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, bi teqeya rasterast a hêzên serkutkar ên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

Li gorî raporên ku gihane bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ku ji aliyê tîma piştrastkirinê ya vê saziyê ve hatine piştrastkirin, 12 hevwelatî ji wan heft Kurd û du Tirk di xwepêşandanên Îsferaynê de jiyana xwe ji dest dane ku navên wan jî di berdewamiya vê raporê de tên.

Li gorî zanyariyên gihîştî berdest, xwepêşandanên girseyî yên di 8ê Çileyê de li Îsferaynê li demjimêr 18:40an bi kombûneke mezin a xelkê li şeqama “Îmam Riza” dest pê kirin û ber bi şeqamên Taliqanî, Firumendî, Muelim û meydana Xumeynî ve berfireh bû. Hêzên hikûmetî li dibistana Besîret bi cih bibûn û dest bi serkutkirina xwepêşandanan kirin. Piştî hatina hêzên hikûmetî û şandina hêzên hawarhatinê ji Bucnord, Sebzewar û Sefî Avadeyê di demjimêr 23:00an de, xwepêşander rastî serkuteke tundûtîjî û bi bikaranîna çekên şer ji wan doşka û kelaşnîkofê hatin.

Di dema xwepêşandanên wê şevê de, herî kêm yanzdeh hevwelatî û du hêzên hikûmetî hatine kuştin û hejmareke zêde ji xwepêşanderan jî birîndar bûn.

Cangoriyên êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an:

Elî Esxer Xudadadî, xwendekarê 19 salî ji Îsferaynê, li hemberî binkeya polîsan a li kolana Hemama Bajarvaniyê, bi du guleyên şer ên hêzên hikûmetî hate kuştin. Termê wî piştî sê rojan, li 11ê Çileyê, di keşeke bi tevahî ewle de bi axê hate sipartin.

Mihemedpûya Kerîmabadî, nûciwanekî 17 salî ji Îsferaynê, li destpêka şeqama Îsferaynê hate armanckirin û jiyana xwe ji dest da.

Pûya Ostadî, hevwelatiyê 29 salî ji Îsferaynê di meşa xwepêşandanan de li hewşa binkeya polîs li vî bajarî, bi teqeya rasterast a sê guleyên ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate kuştin.

Enîs Gerîwanî, hevwelatiyê Tirk û ji Îsferaynê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin û termê wî li gundê "Çarbuj" ê ser bi vî bajarî bi axê hate sipartin.

Fatime Sultanî, welatiya Kurd a ji Îsferaynê, di dema xwepêşandanên vî bajarî de bi teqeya rasterast hate kuştin. Wê jina ciwan çend demjimêr beriya ku were kuştin, li ser rûpela xwe ya kesî di dawî storiya xwe de nivîsîbû: "Îşev ez ji bo zarokên xwe diçim, ji ber ku mafê wan e ku jiyaneke baş hebin."

Ebas Zeynelî, welatiyê Kurd ê ji Îsferaynê, li dema girtina fermandarî û dozgeriya vî bajarî, ji ber  pêketina guleyên şer jiyana xwe ji dest da.

Resûl Ceiferî, welatiyê Kurd ê 21 salî û ji Îsferaynê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Şehram Mihemedzade, welatiyê Kurd ê ji Îsferaynê, di meşa xwepêşandanên girseyî de jiyana xwe ji dest da. Termê wî di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de bi axê hate sipartin.

Celîl Mîlanûyî, welatiyê Kurd ê ji Îsferaynê  bi guleyên şer yên hêzên serkutkar hate kuştin. Termê wî piştî sê rojan, bi wergirtina soznameyê ji malbata wî hate radestkirin û di keşeke ewlehiyê de bi axê hate sipartin.

Riza Xanzade, welatiyê Kurd ê 19 salî û ji Îsferaynê, di meşa xwepêşandanên vî bajarî de hate kuştin.

Bîjen Îbrahîmî Tuy, welatiyê Kurd ê 31 salî û ji gundê “Tuy” yê ser bi bajarê Îsferaynê û bavê du zarokan, di dema xwepêşandanê de li çarêya Saet a Îsferaynê guleyên şer ên hêzên serkutkar hate kuştin.

Cangoriyên êvareya Înê 9ê Çileya 2026an:

Sûrna Rubatcizî, xwendekara 22 salî ya endezyariya komputerê li zanîngeha Pîşezasî ya Bîrcendê û xelka Îsferaynê, bi teqeya rasterast hate kuştin. Ew yek ji hevwelatiyên Tirkê Îsferaynê bû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin