Kirmaşan; Mehsa Zari`î ji çalakvana çandî û mafê jinan hate binçavkirin

Hengaw; Yekşemî 25ê Gulana 2025an
Mehsa Zari`î, çalakvana çandî û medenî ya naskirî ya Kurd li Kirmaşanê ku di warê mafê jinan de jî çalakiyan dike, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 25ê Gulana 2025an, hêzên Îtilaatê bi êrîşkirin bo ser mala malbatî ya Mehsa Zari`î, çalakvana naskirî ya çandî û medenî ya çalak di warê mafê jinan de, navbirî binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê bi bê nîşandana ti cure belgeyeke dadwerî êrîşî ser mala vê çalakvana Kurd kirine û bi çêkirina tirs û tundûtûjiyê navbirî binçav kirine.
Hêjayî gotinê ye ku, Mehsa Zari`î, di heyama salên borî de û bi taybetî jî di Newroza îsal de, çend caran ji aliyê navendên ewlehî ve hatibû gazîkirin û lêpirsîn jê hatibû kirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî Mehsa Zari`î hatinî sepandin li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wê di vê derbarê de bê encam maye.