Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Jîla Teşekorî û Dilêr Selîmî, jin û mêrekî xelkê Seqizê

Hengaw; Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025an
Jin û mêrekî ciwan ên Kurd bi navên Jîla Teşekorî û Dilêr Selîmî, xelkê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Jîla Teşekorî bo girtîgeha Sine hatiye veguhastin, lê heta niha ti zanyariyek derheq rewşa Dilêr Selîmî li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 17ê Hezîrana 2025an, Dilêr Selîmî, welatiyê xelkê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin, û piştî çar rojan hevjîna wî ya bi navê Jîla Teşekorî jî hate girtin û bo girtîgeha Sine hate veguhastin.
Çavkaniyeke nêzî malbata Selîmî di vê derbarê de ji Hengawê re gotiye: Hêzên Îtilaatê du hefte berî niha, roja Sêşemî Dilêr Selîmî li ser rêya Sawe binçav kirin û piştî derbasbûna çar rojan ji rewşa wî ti zanyariyek nîne, û piştre êrîş kirine ser mala wî li Seqizê û dest danîne ser hemû kelûpelên elektronîkî yên vê malbatê, ji wan telefon û kompiyûterên wan.
Herwiha vê çavkaniyê daye zanin ku, roja Şemî 21ê Hezîranê, çar roj piştî girtina Dilêr Selîmî û di heman rojê de ku mala wî hatiye vekolînkirin, hevjîna wî ya bi navê Jîla Teşekorî jî bo îdareya Îtilaatê hatiye gazîkirin û hatiye girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, bi derbasbûna du hefte ji binçavkirina Dilêr Selîmî, navbirî herwisa ji mafên xwe yên sereke wekî mafê pêwendiya telefonî bi malbata xwe re û destpêrgihîştin bi parêzer bê bêpar e û ti zanyariyek derheq cihê ragirtin û çarenivîsa wî li ber dest nine. Hevjîna wî, Jîla Teşekorî, tenê di pêwendiyeke kurt a telefonî de ragihandiye ku ew ji bo girtîgeha Sine hatiye veguhastin.