Girtina bav û xwîşka Karo Resûlî, çalakvanê siyasî li Mehabadê; Îtirafên bi zorê bi tohmeta pêwendî bi Îsraîlê re

22 July 2025 12:15

Hengaw; Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an

Xidir Resûlî, girtiyê siyasî yê berê û Kilara Resûlî, bav û xwîşka Karo Resûlî yê çalakvanê siyasî û rûniştiyê derveyî welat û endamê Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Mehabadê hatin girtin. Ev her du welatiyên Kurd di bin îşkenceyên dijwar de neçar bi îtirafên bi zorê li ser sîxurîkirin bo Îsraîlê hatine kirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Tîrmeha 2025, Xidir Resûlî yê temen 69 salî û Kilara Resûlî ya temen 37 salî û xelkê Mehabadê ji 12 roj berî niha ve ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin û rewşa wan cihê nîgeraniyê ye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Xidir û Kilara Resûlî piştî ku li Mehabadê hatin girtin, bo yek ji navendên binçavkirinê yên îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Kanalên medyayî yên girêdayî navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ragihandine ku, dê di demeke nêzîk de vîdyoyek ji îtîrafên bi zorê yên Xidir Resûlî belav bikin. Navbirî di vê vîdyoyê de, ku piştî îşkenceyên dijwar hatiye tomarkirin, behsa pêwendiya xwe bi kurê xwe re û dayîna zanyariyên leşkerî yên hestiyar ji Îsraîlê re dike.

Girtiyê siyasî yê berê Xidir Resûlî berê heta niha 5 sal di girtîgehên Îranê de derbas kiriye û piştî tevgera Jin, Jiyan, Azadî gef lê hatibû xwarin û bo navendên ewlehî jî hatibû gazîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Xidir Resûlî heta niha du caran niştergeriya dil bo hatiye kirin û ragirtina wî di bin zext û îşkenceyan de nîgereaniyên cidî yên malbata wî li ser rewşa tendirustiya wî li pey xwe aniye.

Xidir û Kilara Resûlî roja Pêncşemî 19ê Tîrmeha 2025an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi awayekî tundûtîjî di mala xwe de li bajarê Mehabadê hatibûne girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin