Girtina Leyla Paşayî, çalakvana medenî li Sine; Hejmara çalakvanên jin ên ku li rêûresma 8ê Adarê hatine girtin giha bi 4 kesan

11 March 2025 19:50

Hengaw; Sêşemî 11ê Adara 2025an

Leyla Paşayî, welatiya Kurd a xelka bajarê Seqizê û ji çalakvana warê mafê jinan li bajarê Sine, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin. Bi binçavkirina navbirî, hejmara çalakvanên jin ên ku ji ber rêûresma taybet a bi roja Cîhanî ya Jinan li Sine hatine girtin giha bi 4 kesan. Leyla Paşayî ji girtiya tevgera Jin Jiyan Azadî ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 10ê Adara 2025an, Leyla Paşayî ya temen 45 salî û çalakvana warê mafê jinan a rûniştiya bajarê Sine û ji girtiya tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Sine, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di mala xwe de hate girtin.

Leyla Paşayî çaremîn çalakvana medenî ye ku ji ber çalakî û amadebûna wan li rêûresma vê dawiyê ya taybet bi roja Cîhanî ya Jinan li Sinê hatine binçavkirin. Navbirî peyama taybet a bi vî rêûresmê xwindibû.

Her di vê pêwendiyê de, êvareya roja Duşemî 10ê Adara 2025an, Soheyla Mutayî, çalakvana warê mafê jinan û ji girtiya tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Dêwulanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Baran Saidî, çalakvana medenî ya temen 45 salî jî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û bi çêkirina rewşeke tirsandinê di mala xwe de hate girtin. Herwiha direngahiya roja Duşemî, Soma Mihemedrizayî, çalakvana medenî ya 38 salî li cihê karê xwe li pasaja Elmas a bajarê Sine hate girtin.

Leyla Paşayî, Soheyla Mutayî, Baran Saidî û Soma Mihemedrizayî piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin û herwisa rewşa  wan  nediyar  e.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin