Îlam; Girtina Kiyanûş Çiraxî, girtiyê siyasî yê berê digel hevjîna wî ya bi navê Ekrem Sebzî

Hengaw; Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an
Kiyanûş Çiraxî, girtiyê siyasî yê xelkê Dêwulanê digel hevjîna xwe ya bi navê Ekrem Sebzî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Kiyanûş Çiraxî piştî girtinê bo girtîgeha Îlamê hatiye veguhastin û hevjîna wî piştî çend demjimêran ji binçavkirinê bi sizayê dana perê nexdî hate berdan.
Li gorî rapora ku gihye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 24ê Hezîrana 2025, Kiyanûş Çiraxî, welatiyê Kurd ê temen 45 salî û xelkê Dêwulanê digel hevjîna xwe ya bi navê Ekrem Sebzî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ekrem Sebzî, hevjîna Kiyanûş Çiraxî, piştî çend demjimêran lêpirsînê bi sizayê dana 2 milyon û 500 hezar Tumen perê nexdî hatiye berdan û li gorî sizayê hatî dayîn, tevahiya sizayê wê 11 milyon Tumen e ku beşek ji wê bi merca "xwe ji her çalakiyek li torên civakî dûr bixe" hatiye ragirtin.
Ev yeka di halekê de ye ku, Kiyanûş Çiraxî piştî binçavkirinê bi bê hebûna parêzer bo girtîgeha Îlamê hatiye veguhastin.
Kiyanûş Çiraxî, welatiyê Kurd ê temen 45 salî û xelkê Dewulanê, ku berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "hewldan li dijî asayişa welat" sizayê du sal girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, piştî derbaskirina 14 meh ji sizayê bi ser de hatî sepandin, roja Sêşemî 13ê Gulana 2025an, bi birayara sizayê ragirtî ji girtîgeha Dereşehr a parêzgeha Îlamê hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd berê roja Çarşemî 27ê Îlona 2023an, di êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî de, li pêwendî digel belavkirina peyameke vîdyoyî li ser tora civakî ya Instagramê di rojên nêzî salvegera yekem a kuştina Jîna Emînî de, bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin.