Bokan; Ehmed Hesenzade û Solmaz Hesenzade ji endamên malbata dadxwaz hatine girtin

30 July 2024 16:10

Hengaw; Sêşemî 30ê Tîrmeha 2024an

Ehmed Hesenzade û keça wî ya bi navê Solmaz Hesenzade, ji endamên malbata dadxwaz, hevdem digel salvegera jidayîkbûna Mihemed Hesenzade ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 12ê nîveroya roja Sêşemî 30ê Tîrmeha 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Bokanê êrîşî ser mala malbatî ya Ehmed Hesenzade yê temen 57 salî û ji bavê dadxwazê tevgera Jin Jiyan Azadî kirin û navbirî dige keça wî ya bi navê Solmaz Hesenzade ya temen 30 salî binçav kirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku îro roja jidayîkbûna Mihemed Hesenzade bû û malbata wî di hewla amadekariyê bo lidarxistina rojbûna kurê xwe yê canjidestdayî de bûn.

Li gorî çavkaniyên Hengawê, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê ti belgeyên yasayî êrîşî ser mala vê malbatê kirine û hevdem digel binçavkirin û lêdana Ehmed Hesenzade û Solmaz Hesenzade, hevjîna Ehmed Hesenzade jî bi tundî rastî lêdana van hêzan hatiye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên hûr li ser sedemên girtin, tohmetên li dijî wan hatinî sepandin û herwisa çarenivîs û cihê ragirtina wan ber dest nîne.

Ehmed Hesenzade û Solmaz Hesenzade li rêkefta 5ê Îlona 2023an jî hatibûne girtin. Herwisa Solmaz Hesenzade êvareya roja Çarşemî 27ê Îlonê dîsan digel sê kes ji hevalên xwe li rêya navbera Bokan bo Seqizê hatibûne girtin.

Mihemed Hesenzade, êvareya roja Çarşemî 16ê Mijdara 2022an, li meşa xwenîşandanên cemawerî li Bokanê, di halekê de ku hewla rizgarkirina keçekê dabû ku ji aliyê hêzên serkutkar ên hikûmî ve hatibû revandin, bi çendîn derbên kêrê û herwisa gulleyeke hêzên hikûmî ku li ser sing û dilê wî ketibû, canê xwe ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin