Sine; Baran Saidî, çalakvana medenî carek din ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin

10 March 2025 20:41

Hengaw; Duşemî 10ê Adara 2025an

Baran Saidî ji çalakvana medenî û çalak di warê mafê jinan de li bajarê Sine, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihek. nexuya hate veguhastin. Navbirî di tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû gitin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 10ê Adara 2025an, Baran Saidî, çalakvana medenî ya temen 45 salî û xelka bajarê Sine hate girtin. Sedema girtina Baran Saidî, çalakî û beşdarîkirin di rêûresma vê dawiyê ya roja cîhanî ya Jinan de hatiye zanîn. 

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Baran Saidî, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti cure belgeyeke yasayî û tevî tundutîjiyê êrîş kirine ser mala vê çalakvana medenî û navbirî girtin.

Berê Baran Saidî roja Sêşemî 20ê Mijdara 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên hikûmetî ve li bajarê Sinê hatibû girtin û piştî derbasbûna du mehan ji navenda Çaksazî û Perwerde ya vî bajarî hatibû azadkirin.

Ev çalakvana medenî berê jî, çend caran bi sedema çalakiyên xwe ji aliyê navendên hikûmî ve hatibû gazîkirin û rastî lêpêçînê hatibû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin