Sine; Gazîkirin û girtina Jîna Muders Gurcî bo birêvebirina sizayê girtîgehê

02 November 2024 13:13

Hengaw; Şemî 2ê Mijdara 2024an

 

Jîna Muders Gurcî ya rojnamevana Kurd, çalakvana mafê jinan û ji girtiya tevgera Jin Jiyan Azadî, piştî gazîkirin bo navenda Birêvebirina Sizayan li Sinê bo birêvebirina sizayê 16 meh girtîgeh, hate girtin û bo benda jinan a girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 2ê Mijdara 2024an, Jîna Muders Gurcî, rojnamevan û çalakvana warê mafê jinan a xelka Sinê piştî gazîkirin û serdankirin bo navenda Birêveberiya Sizayan a vî bajarî bo birêverina sizayê bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhastin. Sizayê 21 sal ê vê welatiya Kurd berê bi 28 meh girtîgehê hatibû guherîn ku 16 meh ji vê sizayê divê were birêveçûn.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, bi hesabkirina 4 meh ji binçavkirina Jîna Muders Gurcî, ew divê heyama salekê li girîgehê be.

Ev welatiya Kurd berê bi biryara Taya Çarem a Dadgeha Pêdaçûnê ya bajarê Sinê bi tohmeta “çêkirina deste û girûpên neyasayî bi armanca herifîna hikûmetê” bi 16 meh girtîgehê û bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi salek girtîgehê hatibû sizadan. Herwisa bi tohmeta “hevkarîkirin bi girûp û dewletên dijmin re” bê tawan hatibû naskirin û sizayê dûrxistina wê bo girtîgeha navendî ya Hemedanê jî hatibû hilweşandin.

Navbirî ku berê li ser hev bi 21 sal girtîgehê hatibû sizadan û 10 sal ji vî sizayê diviya bi rê ve çûba. Wê piştî nîşandana nerazîbûnê li hember sizayê hatî danê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve, ev sizaye hatibû guherîn. Hêjayî gotinê ye ku dosyeya wê ji aliyê parêzeran “Salih Nîkbext û Tahir (Şoreş) Tohîdî” ve hatibû nûneratîkirin.

Jîna Muders Gurcî berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta “pêkanîna deste û girûpên neyasayî bi armanca herifîna hikûmetê”, 10 sal girtîgeh û bi tohmeta “hevkarîkirin bi girûp û dewletên dijber re” 10 sal girtîgeh û bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” jî salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Dawî kombûna pêregihîştin bi tohmetên vê çalakvana Kurd li rêkefta 9ê Nîsana 2024an hate birêveçûn û biryara dadgehê roja 23ê Gulana 2024an bi awayekî fermî jê re hate ragihandin.

Hengawê berê di raporekê de ragihandibû ku, tohmetên ku bi ser Jîna Muders Gurcî de hatine sepandin ev in: “Damezrandina Encumena Jîwano bi îdeolojiya femînîstî û bi armanca herifandina hikûmetê, beşdarbûna armancadar di kombûnan de û bilêvkirina dirûşmên herifîner”, “pêwendîgirtin bi dijberên şoreşê re, beşdarîkirin di konferans û kargehên perwerdehî yên navneteweyî de, belavkirina gotar di nava torên civakî de û hevpeyvînkirin bi medyayên biyanî re di rastaya reşkirina rewşa welat û alozkirina keşa civakê di demeke hestyar de piştî canjidestdana Jîna Emînî”.

Dadgeha Şoreşê herwisa li pêwendî digel tohmeta “belavkirina nerastiyan û handana xelkê bo kiryarên tundûtîjî”,  Dadgeha Keyferî berpirsyarê pêregihîştin bi dosyeya wê daye nasandin û dosye bo Dadgeha Keyferî ya Duyem a Sinê hate şand.

Jîna Muders Gurcî roja Sêşemî 9ê Gulana 2023an, piştî mehek binçavkirin li odeya takekesî ya Navenda Îslah û Terbiyet li bajarê Sinê bo benda giştî hatibû veguhastin; Navbirî piştî 84 rojan bi danîna barimteya yek milyar Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.

Ev çalakvana mafê jinan roja Pêncşemî 21ê Îlona 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li bajarê Sinê hatibû girtin û piştî 40 roj binçavkirin li benda jinan a girtîgeha Sinê li rêkefta 30ê Cotmeha 2022an bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin