Urmiye; Emîn Kerîmî, hunermendê Kurd bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin

12 August 2025 18:47

Hengaw; Sêşemî 12ê Tebaxa 2025an

Emîn Kerîmî, hunermend û lîstikvanê şanoyê yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, piştî bi dawîhatina qonaxên lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 11ê Tebaxa 2025an, Emîn Kerîmî yê hunermend û lîstikvanê şanoyê yê naskirî bi Emîno, piştî 40 roj ji binçavkirinê li girtîgeha îdareya Îtilaatê û bi dawîhatina qonaxên lêpirsînê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev hunermendê Kurd ji mafê hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûye û rûpelên wî yên torên civakî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve têne birêvebirin.

Ev welatiyê Kurd roja Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025an, dema ku ji Tirkiyê vedigeriya, li sînorê “Sêro”yê yê girêdayî bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, Emîn Kerîmî di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve jî hatibû girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin