Riza Elayî, fîlmsazê xelkê Banê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

14 September 2024 00:13

Hengaw; Şemî 14ê Îlona 2024an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de û hevdem bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, Riza Elayî yê fîlmsazê xelkê Banê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û piştî derbasbûna du roj ji binçavkirinê qedera wî hê jî nediyar e. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 11ê Îlona 2024an, hêzên ewlehî li bajarê Banê êrîş kirine ser mala malbatî ya Riza Elayî yê fîlmsaz û derhênerê temen 43 salî û xelkê Banê û navbirî li ber deriyê mala wî binçav kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke Hengawê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ev derhênere binçav kirine û navbirî bo cihekî nexuya veguhastine.

Piştî derbasbûna du roj ji binçavkirina Riza Elayî û lipeyketinên malbata navbirî, heta niha ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Riza Elayî yê derhêner û fîlmsaz ê xelkê bajarê Banê ku heya niha çendîn fîlmên kurt û dirêj berhem anîne ku yek ji wan bi navê "Erdên Qirêj" e, kariye beşdarê festîvala navdewletî ya fîlma Ken bibe.


Di vî warî de zêde bixwînin