Giyelan; Berdîn Ceiferî, hunermendê Kurd ji ber lidarxistina rêûresmên Newrozê hate girtin

04 May 2024 18:57


Hengaw; Şemî 4ê Gulana 2024an

Di berdewamiya binçavkirinên berfireh ên welatiyên Kurd ji ber lidarxistin û beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de ji bajarê Avdanan yê ser bi Îlamê heta bajarê Şinoyê, ev care Berdîn Ceiferî (Hemze Ceiferî) yê hunermendê Kurd ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li bajarê Giyelanê hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî Ya Hengawê, roja Înê 2ê Gulana 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran êrîş kirine ser mala Hemze Ceiferî yê naskirî bi "Berdîn Ceiferî" yê hunermendê Kurd û ji çalakvanên sivîl yê bajarê Giyelanê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û navbirî binçav kirine.

Çavkaniyeke agehdar ji Hengawê re ragihandiye: "Hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ku bi maske û çekdar bûne, bi bê ti belgeyeke yasayî ji bo çêkirina rewşeke tirsandinê bi ser dîwarê mala vî hunermendî re hilkişiyane".

Berdîn Ceiferî di merasima Newrozê ya bajarê Giyelanê de ku tevî gefên saziyên ewlehî û bi amadebûna zêdetir ji 30 hezar kesan hate lidarxistin çendîn sirûdên şoreşgerî yên weke "tu her dayîm bimînî Kurdistana min" xwandibû.

Navbirî beriya niha jî, ji ber hilkeftên weke roja Cîhanî ya Jin, roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê, Newroz û berxwedana Efrînê sirûdên bi navên "Jin, Hevziman, Yeknasname û Nîştiman" bi Kurdî belav kiribû.

Hêjayî baskirinê ye ku Berdîn Ceiferî ji bilî çalakiyên hunerî, di warê çalakiyên sivîlî de jî çalak bûye û di dema komkirina alîkariyê bo xelkê ziyandîtî yên erdhêja Serpêla Zehawê û lehiya Loristanê roleke berçav hebûye.

Bi hesabkirina vê haletê, hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê di heyama meha borî de herî kêm 32 welatiyên Kurd ji ber lidarxistin û beşdarîkirin di merasimên taybet ên Newrozê de li bajarên Karzan, Avdanan, Malekşahî, Îlam, Giyelan, Bokan, Sine, Pîranşar, Miyanduav û Şinoye hatine girtin û bi sedan kesên din jî hatine gazîkirin û lêpirsîn ji wan hatiye kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin