Girtina Umîd Ehmednijad ê hunermendê xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve

03 September 2024 15:12

Hengaw; Sêşemî 3ê Îlona 2024an

Umîd Ehmednijad ê hunermend û sitranbêjê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê, hevdem digel çend kes ji endamên malbatên dadxwaz li vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 3ê Îlona 2024an, Umîd Ehmednijad ê 35 salî û hunermendê xelkê Mehabadê bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser gundê “Qecî Ava” yê ser bi Mehabadê li mala xwe hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi awayekî tundûtîjî ev hunermendê Kurd girtine û piştre bo cihekî nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin û herwisa cihê ragirtina vî hunermendê Kurd li ber dest nîne.

Hevdem Ramiyar Ebûbekrî yê 16 salî û Siyaweş Sultanî ji endamên malbatên dadxwaz ên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û dibe ku hejmara girtiyan zêde bibe.


Di vî warî de zêde bixwînin