Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Emîn Kerîmî hunermend û lîstikvanê şanoyê li Urmiyê

Hengaw; Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an
Tevî derbasbûna zêdetirî sê hefte ji binçavkirina Emîn Kerîmî, hunermend û lîstikvanê şanoyê û xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, herwisa ti zanyariyek derheq çarenivîsa navbirî li ber dest nîne. Navbirî li meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî jî hatibû girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî derbasbûna 24 roj ji binçavkirina Emîn Kerîmî hunermend û lîstikvanê şanoyê û xelkê bajarê Urmiyê, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye û hêzên ewlehî ji dana her cure zanyariyek li derheq rewşa navbirî xwe dûr girtine.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Emîn Kerîmî li girtîgeha îdareya Îtlaatê li bajarê Urmiyê di bin lêpirsînê de ye û rûpelên wî yên torên civakî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve têne birêvebirin.
Hêjayî gotinê ye ku, heta niha ev welatiyê Kurd ji mafê pêwendîgirtin û hevdîtin digel malbat û xizmên xwe, û herwisa mafê destpêregihîştina bi parêzer hatiye bêparkirin.
Ev welatiyê Kurd roja Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025an, dema ku ji Tirkiyê vedigeriya, li sînorê “Sêro”yê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, Emîn Kerîmî di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve jî hatibû girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.