Îlam; Sasan Çemenara, hunermendê Kurd carek din hate girtin

Hengaw; Çarşemî 16ê Tîrmeha 2025an
Sasan Çemenara, hunermendê Kurd ê xelkê bajarê Îlamê û yek ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, carek din ji aliyê hêzên Îtilaatê yên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Ew vê dawiyê bi dosyesaziyeke nû re hatiye rûbirûbûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Çarşemî 16ê Tîrmeha 2025an, Sasan Çemenara, hunermendê xelkê Îlamê, ji aliyê Îtilaata Spahê ve li vî bajarî hate girtin.
Cewad Çemenara, birayê vî welatiyê Kurd, li ser hesaba xwe ya "X"ê nivîsiye: "Sasan pêrê ji Lêpirsîna Îlamê agehdariyek wergirtiye ku ew bi destpêregihîştina neyasayî bi daneyan, kompiyûter an mixabiratî hatiye tohmetbarkirin."
Sasan Çemenara ji bo berevanîkirin ji xwe, parêzerek hilbijartibû û îro ji bo dîtina vî parêzerî ji mala xwe derketibû ku ji aliyê 9 kesan ve hatibû girtin.
Sasan Çamanara di Şibata 2024an de, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî Komara Îslamî ya Îranê" bi jimartina rojên berê yên binçavkirinê, sê meh sizayê girtîgeh û dana 20 milyon Tumen pereyê nexdî bi ser de hatibû sepandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Sasan Çemenara roja Çarşemî 17ê Çileya 2022an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bo cara duyem di mala xwe de hatibû girtin û çend roj piştî hingê, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.
Sasan Çemenara, hunermendê xelkê Îlamê, li rêkefta 6ê Tebaxa 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, ji aliyê hêzên Îtilaatê yên Spaha Pasdaran ve hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya 29 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve, bi serokatiya dadwer Seyîd Elî Mezlûm, 5 sal sizayê girtîgeha sepiyayî bi ser de hatibû sepandin.