Makû; Hunermendekî Kurd ê bi navê Hesen Ehmedî hate binçavkirin

27 April 2025 23:29

Hengaw; Yekşemî 27ê Nîsana 2025an

Hesen Ehmedî, hunermnedê Kurd ê xelkê bajarê Makûyê ku bi nasnavê “Hesen Rênas” çalakiyan dike, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 27ê Nîsana 2025an, Hesen Ehmedî yê xelkê bajarê Makûyê, di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Hesen Ehmedî bi bê ti belgeyeke yasayî hatiye girtin û hêzên ewlehî jî bi hûrî mala vî hunremendê vekolîn kirine.

Hesen Ehmedî yek ji hunermendê çalak ê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya bajarê Makûyê ye.

Heta dema belavbûna vê nraporê, ti zanyariyek derheq girtin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî hunermendê Kurd li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku, ev hunermendê Kurd beşdarî li rêûresma mezin a Newrozê li Urmiyê ku roja Sêşemê 18ê Adara 2025an, bi amadebûna zêdetirî 150 hezar welatiyan hatibû lidarxistin, kiribû.

Berê sê kes ji birazî û xwarzayên Hesen Ehmedî yên bi navên Sariya Ehmedî ya 17 salî û Evîn Ehmedî ya 16 salî û Rojîbîn Efsûn yên xelkê Urmiyê roja Çarşemî 19ê Adara 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin.

Ev sê welatiyên Kurd li rêûresma Newrozê li bajarê Urmiyê ji ber lixwekirina cilûbergên Kurdî yên bi alaya Kurdistanê hatibûne xemilandin ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin