Mehabad; Girtina Sîrwan Şawile ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve

30 October 2025 11:23

Hengaw; Pêncşemî 30ê Cotmeha 2025an

Sîrwan Şawile, welatiya jin a Kurd û xelka bajarê Mehabadê, ji aliyê Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Ev yeka di halekê de ye ku Celal Sedefî, hevjînê Şîrwan Şawile herwisa di girtîgehê de ye û çarenivîsa wî nexuya ye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 29ê Cotmeha 2025an, Sîrwan Şawile li mala xwe li Mehabadê hate girtin.

Heta niha derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepadin û çarenivîsa vê welatiya Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku, Sîrwan Şawile berî niha jî, ji aliyê saziyên ewlehî ve hatibû gazîkirin û bi çêkirina dosyeyan li dijî wê û dadgehîkirinê hatibû gefxwarin.

Celal Sedefî, hevjînê Sîrwan Şewile di 15ê Kanûna 2024an de, li encama êrîşa hêzên Îtilaaa Spaha Pasdaran a Îranê li mala xwe hatibû girtin û bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhestin. Navbirî hê jî di girtîgehê de ye û çarenivîsa wî nexuya ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin