Kamêran; Zîlan Kemanger ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate girtin

29 October 2025 18:17

Hengaw; Çarşemî 29ê Cotmeha 202an

Zîlan Kemanger, welatiya Kurd a xelka bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Cotmeha 2025an, Zîlan Kemanger, çalakvana jin a xelka bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve di mala xwe ya malbatî de li vî bajarî hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiya Kurd li encama êrîsa hêzên Wezareta Îtilaatê bo ser mala wê û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatiye girtin.

Herwiha piştî vekolîna mala Zîlan Kemanger ji aliyê wan hêzan ve, dest bi ser telefona navbirî û endamên malbata wê de hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, Husên Kemanger, bavê Zîlan Kemanger, berê di meha Çileya 2022an de, piştî derbaskirina sê sal sizayê girtîgehê ji girtîgeha navendî ya Sine hatibû berdan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin û çarenivîs vê welatiya Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin