Raporek li ser birîndarbûna du kolberên Kurd bi teqeya hêzên leşkerî li Merîwan û Seqizê

03 December 2025 09:53

Hengaw: Çarşemî 3ê Kanûna 2025an

Kolberek xelkê Seqizê bi navê Siyawş Ciwanî li sînorê Bestam ê ser bi Seqizê û kolberekî din ê bi navê Sîna (paşnavê wî nediyar e) li sînorê Başmax ê ser bi Merîwanê, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî ên Îranê de hatine birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 1ê Kanûna 2025an, Siyawş Ciwanî, kolberê 30 salî yê xelkê Seqizê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li devera sînorî ya Bestama Seqizê ji aliyê pişt û ranê xwe ve bi giranî hate birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, di encama vê teqeya rasterast de ku li ser sînorê Bestama Seqizê hatiye qewimîn, komek kolber bûne armanc, kolberek birîndar bûye, çar hespên kolberan hatine kuştin, du hespên wan birîndar bûne û herwisa hêzên leşkerî dest bi ser du hespên dinê de jî girtine.

Ji aliyek dinê ve jî, roja Çarşemî 26ê Mijdara 2025an, kolberekî din ê bi navê Sîna (paşnavê wî nediyar e) bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li sînorê Başmaxa Merîwanê hatibû birîndarkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin