Sînorê Banê; Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî hate kuştin

Hengaw; Pêncşemî 25ê Îlona 2025an
Qasim Ezîzî, kolberê Kurd ê xelkê Banê di encama gullereşandina rasteras a hêzên sînorî (Hengê Merzî) ya Komara Îslamî ya Îranê de bo ser karwanekî kolberan li navçeya sînorî ya vî bajarî, hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 25ê Îlona 2025an, Qasim Ezîzî yê temen 47 salî, zewicî û bavê du zarokan û xelkê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî ve hate kuştin.
Li gorî gotina çavkaniyeke Hengawê, ev kolberê Kurd bi çeka Kilaşînkifê ji aliyê milê xwe ve bûye armanca gullereşandina rasterast a van hêzan.
Pêka vîdyoya ku gihîştiye destê Hengawê, Qasim Ezîzî û çend kolberên din dema ku ji hêzên leşkerî ve nêzîk dibin, barên xwe ji çiyê avêtine xwarê û piştre hatine binçavkirin. Piştre hêzên sînorî bi xapandinê ji wan re gotine ku ew azad in û dikarin biçin, lê ji dûrahiya 50 metreyî ji pişt ve gulle li wan reşandine û gulleyek li milê çepê yê Qasim Ezîzî ketiye û ew demûdest canê xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Qasim Ezîzî li nêzî gundê "Bilesen" ê ser bi bajarê Banê hate kuştin û termê wî ji bo nexweşxaneya Selahedîn Eyubî ya Banê hatiye veguhastin.