Sînorê Banê; Kuştina sêyemîn kolber di 10 Rojan de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê

Hengaw; Yekşemî 5 Cotmeha 2025an
Mehdî Şerîfî, kolberê xelkê bajarê Banê bi guleyên rasterast ên hêzên Sînor yên Komara Îslamî ya Îranê li navçeya sînorî ya "Sardaw" a vî bajarî hate kuştin. Navbirî sêyemîn kolber e ku di 10 rojên dawî de li sînorên Banê tê kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 5ê Cotmeha 2025, Mehdî Şerîfî yê temen 40 salî û bavê zarok û rûniştiyê gundê "Kanî Sêw" ê ser bi bajarê Banê bi guleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî ev kulberê Kurd ji nêz ve û bi bê agehdarkirina berê kirine armanc.
Termê Mehdî Şerîfî bo navendeke bizîşkî yên Banê hatiye veguhastin û heta niha termê wî radestî malbata wî nehatiye kirin.
Li gorî amarên tomerkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Hengawê, di 10 rojên borî de sê kolber ên bi navên Qasim Ezîzî yê 43 salî û bavê du zarokan, Rêbwar Mihemedzade yê 38 salî û bavê du zarokan û herwiha Mehdî Şerîfî yê 40 salî û bavê zarokekê bi guleyên rasterast ên hêzên sînorî hatine kuştin.